‘Ji destê kê çi tê divê bike, hevhemêzkirin pir nêzîk e' 2019-03-14 09:54:56 STENBOL - Îsmet Taş ku 69 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ji destê kê çi tê divê bike û got: "Eger daxwaz pêk bê wê her kes hevdu hemêz bike. Kî çi bike wê ji bo pêşerojeke birûmet bike."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 127'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî ji 16'ê Kanûna 2018'an ve greva birçîbûnê dest pê kiribû û di 1'ê Adarê de jî li tevahiya girtîgehan belav bibû. Yek ji van girtiyan jî Îsmet Taş e ku ji 5'ê Çileyê ve li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Tekirdagê di hreva birçîbûnê de ye.    Taş nameyek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand û got: "Êdî em naxwazin di bin pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de bijîn."    ‘HER TIŞT ZELAL E'    Taş, di nameya xwe de got: "Beriya her tiştî gelê me yê berxwedê, hevrên xwe, Birêz Abdullah Ocalan û Leyla Guvenê ji dil û can silav dikim. Li vir moralê hemû hevalên di greva birçîbûnê de xurt e û silavên wan ji bo her kesî hene. Pêvajoya heyî pêvajoyeke hesas e. Kî li kuderê dikare çi bike divê qet nesekine û bike. Divê kes li benda kesî nesekine. Tiştên bên kirina vekirî û zelal in. Çi hewce me divê demildest bê kirin."    ‘HEVHEMÊZKIRIN PIR NÊZÎK E'    Taş, destnîşan kir ku berxwedan havênê azadiyê ye û niha roj ne roja sekinandinê ye û got: "Di pêvajoya berê de dîmena li ber çav û di dilê gelê me de ev bû; 'Êdî em naxwazin di bin îşkenceya pergala Îmraliyê de bijîn!' Ev peyam teqez bû. Ewilî heval Leyla ev peyam hîs kir û tişta hewce bû kir. Ev xwerexnekirinek bû. Niha ji dest kê çi tê divê bike. Eger ev çêbibe, wê hevhemêzkirin pir nêzîk be. Kî çi bike wê ji bo pêşerojeke birûmet bike."    'DIVÊ GELÊ TIRK PIŞTGIRIYÊ BIDE'    Taş, destnîşan kir ku di çalakiya xwe de ew bibiryar in û got: "Wê ev hewldana me heta dawiyê dewam bike. Ji bilî encamgirtinê em tu tiştî nabînin. Çare, berxwedan û azadî ye. Beriya her tiştî em deyndarê Ocalan, gelê xwe û mirovahiyê ne. Divê her kes bi vê zanibe. Ew keleha faşîzmê ne ew  qasî hêzdar e. Li wî dengî mêze nekin, ew der ziwa bûye, riziyaye û rûxiyaye. Îbn-î Haldûn dibêje 'dewlet û civak, ne ji ber bêperetiyê ji ber bêehlaqiyê hildiweşin.' Ew kelehên faşîzmê jî ji ber vê bêehlaqiyê ye. Bi hejandineke biçûk jî wê serobino bibe. Îjar eger em bi hev re govendê bigerînin û daxilî berxwedanê bibin, em ê karibin ji bin vê enqazê rabin. Her wiha divê gelê tirk jş bi me û xw ebawer be. Divê ew jî daxilî vê govenda azadiyê bibe."