Tenê ji bo blokên betonî yên li dora şaredariyê milyon û 640 hezar TL hat xerckirin! 2019-03-14 09:50:21 WAN - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, qeyûm li derdora şaredariyê blokên betonî bi cih kir û şaredarî veguherand "qereqolê". Aşkere bû ku qeyûm ji bo blokên betonî zêdetirî milyonek TL xerc kiriye. Her wiha rêveberiya qeyûm ji bo selihandina tesîsa polîsan, kirîna alayan û ji bo mîtînga Erdogan a li Malazgirtê jî ji budçeya şaredariyê bi milyonan pere xerc kiriye.  Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, aşkere bû ku gelek kredî hatiye kişandin û şaredarî bi milyonan lîre ketiye bin dayenan. Lê belê tişta ecêb jî ew e ku qeyûmê ku bi blokên betonî dora şaredariyê girt û veguherand qereqolê, ji bo van blokên betonî zêdetirî milyonek TL xerc kiriye.    Qeyûmê Şaredariya Mezin a Wanê, ji bo selihandina Tesîsa Bêhnvedanê ya Polîsên Midûriyeta Emniyeta Wanê 169 hezar û 495 lîre pere xerc kiriye, ji bo Selihandina Tesîsên Civakiyî ya Polîsan a Balafirgehê û ji bo TOKIÎ'yên Artemêtanê jî 117 hezar 903 lîre pere xerc kiriye. Her wiha Ji bo Eywana sporê ya Nûr Tatar ku aîdî Wezareta Ciwanan û Sporê ye jî 194 hezar pere xerc kiriye.    Qeyûm ji bo geştên protokolê 650 hezar lîre li keştiya aîdî şaredariyê xerc kiriye. Ji bo sererastkirina derdpra Muzeya Bajêr a Ûrartû ku aîdî Wezareta Çand û Turîzmê ye jî 148 hezar lîre xerc kiriye.    JI BO BLOKÊN BETONÎ MILYON Û 640 HEZAR LÎRE PERE XERC KIRI    Piştî qeyûm hat tayînkirin dora şaredariyê bi blokên betonî girt û şaredarî veguherand qereqolê. Qeyûm ji bo qulûbeya ewlehiyê ya li têketina şaredariyê û ji bo bariyerên mantarî yên livdar îhaleyek daye destpêkirin. Di îhaleyê de tenê ji bo blokên betonî li dor şaredariyê bên bicihkirin milyon û 50 hezar lîre hatiye xerckirin. Piştî îhaleyê jî ji bo derdora şaredariyê bi blokên betonî bê girtin 650 hezar û 800 lîre pere hatiye xerckirin. Îhaleya ji bo bariyerên livdar  bi 140 hezar lîreyî û ya ji bo qulûbeya ewlehiyê jî bi 273 hezar lîreyî hat çêkirin.    ALA Û FLAMA BI MILYON Û 103 HEZAR LÎREYÎ HATIN KIRÎN TL   Her wiha rêveberiya qeyûm ji bo di cejnên fermî û merasîmên fermî yên li bajêr de bên bikaranîn ala, flama û dîregên wê kirîn. Ji bo evan tiştan jî bi giştî milyon û 103 hezar lîre pere hatiye xerckirin.    JI BO GIRSEYÊ BIBIN MÎTÎNGA MALAZGIRTÊ 325 HEZAR LÎRE HAT XERCKIRIN    Di sala 2018'an de Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di salvegera "Serketina Malazgirtê" de li Malazgirtê mîtîngek li dar xist. Ji bo girseyê ji Wanê bibin Malazgirtê 30 otobês û 200 mînîbus hatin kirêkirin û ji bo vê jî 325 hezar lîre pere hatiye xerckirin.