Jinên karker: Tekane rêya çareseriyê bi rêxistinbûyîn e 2019-03-14 09:49:42 STENBOL - Jinên karker, diyar kirin ku li her qadên ku lê dixebitin rastî pêkanînên bê edalet, bê hiqûq û neheqiyê tên û wiha gotin: "Ji ber ku em karkerên bê wesîfe tên dîtin em rastî neheqiyê tên. Ji bo em ji vê yekê xwe xelas bikin tekane rêya çareseriyê têkoşîna hevpar û rêxistinbûyîn e."    Jin, di qada xebatê de rastî newekheviya îdarî, civakî û aborî tên. Dîsa rastî feraseat mêrê serdest û tundiyê tên. Jin di her qada kar de rastî cudakariya zayendî tên. Jinan diyar kirin ku rêya rizgariya ji vê neheqiyê têkoşîna hevpar û rêxistinbûna jinan e. Jinên di kar de dixebitin û bê wesîfe tên ditin pirsgirêk û çareserî parve kirin.    Endezyara Endustriyê Asli Gur diyar kir ku li fabrîqeya ku jin lê hindik in kar dike û wiha got: "Jin berî her tiştî heqê wekhev nastînin. Ger ku jin û mêr wekhev bin divê heqê wan jî wek hev bin. Jin wekî "Karkerên bê wesîfe" tên dîtin. Jin li gorî mêran ked û hêzek mezintir didin. Li gel vê yekê karsaz heqê keda wan dixwin. Karsaz dibêjin 'Xebata bi jinan re zahmet e. Zarokên wan hene. Destûrê distînin.' û keda wan kêm dibîne."    Gur, anî ziman ku berî her tiştî divê jin mafê xwe yên kar zanibin û li gorî wê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre têbikoşin. Gur, anî ziman ku ger li kargeriyekê hêjmara karkeran gihişt astekê divê li wê kargeriyê krêşên zarokan bên vekirin û mafê zarokên wan bê paratin û wiha berdewam kir: "Lê ji aliyê wezaretê ve venêrtinek wisa nayê kirin. Li hemberî vê yekê tu gav nehatine avêtin. Jin nikarin mafê xwe yê destûra zayinê û zewacê bikar bînin. Ji bo jin van mafên xwe bi dest bixin divê em xwe bi rêxistin bikin û em bi hevre têbkoşin."    'KEDA KARKERAN TÊ XWARIN'   Karkera atolyeya tekstîlê ya 30 kalin kar dike Încî Şahin jî anî ziman ku herî zêde di sektor û atolyeyên tekstilê de keda karkeran tê xwarin û wiha got: "Hem saetên wê zêde ne û hem jî şertên wê yên kar pir giran in. Niha firsendek nû dîtine. Karkerekî-ê distînin çend rojan didin xebitandin û piştre dibêjin 'Pêdivî tune' û ji kar derdixin. Her tim karkeran diguherînin û destûr nadin ku karker demdirêj kar bikin. Bi vî rengî karkeran bi erzanî didin xebitandin. Karker wekî koleyan dixebitin. Li ser keda karkeran zengin dibin. Di nava çend salan de dibin xwediyê çend fabrîqeyan."    ‘JINÊN PENABER KEDA WAN TÊ XWARIN   Şahin, Bal kişand ser jinên penaber û wiha berdewam kir: "Jinên penaber bi keda erzan dixebitînin. Heqê wan kêm didin wan. Sîgortaya wan çênakin."      Jina teqawît Ayşe Şat jî anî ziman ku herî zêde tişta jin zahmetiyê dijîn dema li kar digerin rastî tacîzê tên. Şat, destnîşan kir ku li her derê cîhanê keda jine tê xwarin û dema li mafê xwe yê ked û civakî digerin ji kar tên avêtin. Şat, bilêv kir ku ji ber karker bkû heqê herî kêm distend û her dem pirsgirêka wê ya Kreşê hebû."