Namzetên Wêranşarê: Emê biçin deriyê gel 2019-03-14 09:49:03 RIHA – Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Wêranşarê Roza Yazmaci û Hidir Oktay, diyar kir ku dê derî bi derî bigerin û li gorî daxwazên gel tev bigerin. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Wêranşarê diyar kirin ku bi biryarin dîsa şaredariê ji destê Qeyûmê bistînin. Namzetên Hevşaredariyê Roza Yazmaci û Hidir Oktay, anî ziman ku ew dê fermana xwe ya kar ji gel bistînin û di xizmeta fermana gel de bin. Namzetan anîn ziman ku ji aliyê gel ve bi coşek mezin tên pêşwazîkirin. Namzet tax bi tax, kolan bi kolan û mal bi mal digerin û xwe digînin gel. Namzetan anîn ziman ku dê di sindoqê de dengekî pir zêde bistînin û talana qeyûmê tevê teşîr bikin.    Namzeta Hevşaredariyê Roza Yazmaci, anî ziman ku wan di sala 1999'an de şaredarî bi dest xistin û xwe ji xweliya xwe ji nûve ava kirin û wiha got: "Di sala 1999'an de HADEP'ê şaredarî bi dest xistin. Lê her çend wan şaredarî bi dest xistin jî zextên dewletê ji ser serê wan kêm nebû. Piştî salan dîsa qeyûm tayîn kirin. Bi qeyûman dîsa şaredarî vegeriyan salên 1999'an. Piştî qeyûm tayîn kirin dîsa bajar xera bû. hemû xizmetên çandî, civakî, binesazî û werzişê tev hatin rawestandin û  binesazî tev xera bû. Navçe de nava 2 salên qeyûm de êdî tev xera bû û wêran bû. Em dê şaredariyê ji destê Qeyûm bistînin. Em dê bajarê xwe bi xwe bi rêve bibin. Em dê dîsa deriyê şaredariyê ji jinan re vekin. Em dê destkeftiyên jinan ku Qeyûm desteser kirine ji nûve bistînin û ji nûve pêş bixin. Em dê li gundan malên jinan ava bikin. Ji bo zarokan em dê qirêşan ava bikin. Em dê jinan bi awayekî çalaktir di nava xebatên şaredariyê de bi cih bikin. Em dê şaredariya Wêranşarê bikin şaredariya jinê. Ji bo keda jinê bê dîtin em dê ji bo jinan kooperatifan ava bikin. Ji Rihayê gelek karker diçin karê demsalî. Ev ji bo me şerm e. Zeviyên me yên çandiniyê ew qas dewlemend in. Lê diçin karê demsalî yên çandiniyê li derve dikin. Ji bo em dawî li vê koçberiyê bînin emê kooperatifên çandiniyê ava bikin."    ‘BELGEYA XIZMETA QEYÛM KOLANÊN XERABE NE'     Namzetê Hevşaredariya Wêranşar Hidir Oktay jî anî ziman ku dema qeyûm hat şaredariye di qaseya şaredaiyê de 9 milyon TL hebû, lê niha di qaseya şaredariyê de pere tune ye. Oktay, da zanîn ku têkçûn û serneketina  qeyûm deynê ku qeyûm li pey xwe hiştiye ye û wiha bi dawî kir: "Em dê di 31'ê Adarê de şaredariyên xwe dîsa ji destê qeyûm derxin. Em dê li gorî daxwazên gel tev bigerin. Beri her tiştî em dê talankirin û wêrankirina ku qeyûm pêk anîye ji nûve saz bikin û ava bikin. Li Wêranşarê 16 tax hene. Berê em dê pêdiviyên wan tespît bikin û yek bi yek pêk bînin. Em dê derî bi derî bigerin û li daxwazên wan guhdar bikin. Em dê pergala enerjiya rojê ava bikin û sûdê ji ceyrana enerjiya rojê bistînin û xizmeta erzan bidin gelê xwe. Jibo em rê li pêş betaliyê bigirin jî em dê pergala kooperatifên çandinî û sewalkariye pêş bixin."