4 milyon TL pereyê Cizîriyan dizîn 2019-03-14 09:46:44   ŞIRNEX – Hat zanîn ku li Cizîrê Kazim B. û Halîl D. demek dirêje di bi navê “karê” de ji dehan însan 4 milyon TL pere kom kirine û bi yek carê ji holê winda bûne.    Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê kesên bi navê Kazim B. û Halîl D. ji dehan kes bi beramberî “karê” pere kom kirine û bi yek carê ji holê winda bûne. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Kazim B. bi karê kirîn û firotina telefonan re mijûl e û demek dirêj e bi beramberî “kara mehane” ji gelek mirovan 700 hezar TL pere kom kir. Kazim B. ê ku mehê tiştek hindik dida kesên pere ji wan girtibû û di rojên derbasî de bi yek carê ji holê winda bû.    Derket holê ku Halîl D. jî yê li navçeyê di karê zexîreyan de dixebite jî bi heman rengî pere kom kirine. Halîl D. jî ji gelek mirovan bi gotina “em ê pereyê we bixebitînin” nêzî 3 milyon TL pere kom kir û demek beriya niha xwe da windakirin. Tê gotin ku hin kesan 20 hezar lîre û hin kesan jî 50 hezar lîre dane van her du kesan û hin kesan jî 100 hezar lîre dane wan.    Hat zanîn ku gelek kesên pere dane van her du kesan topavêtine. Hat diyarkirin ku ev rewş di nava 2-3 salên dawî de belav bûye.