Gelê Amedê bersîv da Erdogan: Cihê hûn dibêjin 'Guneydogu' em dibêjin Kurdistan 2019-03-14 09:46:36 AMED - Piştî Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan hat Amedê û got "Kurdistan tune. Ev der Guneydogu ye" gelê Amedê bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Cihê hûn dibêjin 'Guneydogu' em dibêjin Kurdistan.  Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, di 9'ê Adarê de di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat li Amedê axivî. Li amedê got "Li Tirkiye cihekî bi navê Kurdistan tune. Yên ji Kurdistanê pir hez dikin bila biçin Bakurê Iraqê. Li vir cihekî wisa tune ye. Guneydogu heye." Erdogan berê jî gotibû 'Yên ji Kurdistanê hez dikin bila bicehimin biçin Bakurê Iraqê'. Gelê Amedê bertek nîşanî gotina Erdogan dan û diyar kirin ku cihê Erdogan dibêje 'Guneydogu' Kurdistan e.    ‘EM LI KURDISTANÊ DIJÎN'   Ciwana 25 salî Semire Uzunboy bertek nîşanî gotina Erdogan da û wiha got: “Em li herêma Kurdistanê dijîn. Em li Kurdistanê ne. Em li vir ji dayik bûn û em hêvî dikin ku li vir bimirin. Min çavê xwe li ser vê axê vekir. Dapîr û bapîrê min jî li ser vê axê ji dayik bûn û çûn ser dilovaniya xwe. Ew çiqas înkar bikin jî rastî nayê guhertin. Gelê Amedê dizane rastî çiye."    ‘EM DIBÊJIN KURDISTAN'    Welatiyê 74 salî Çelebi Topuz jî anî ziman ku bi salan e gelê Kurd û Kurdistan tê înkarkirin u wiha got: "Kurd li çar aliyê cîhanê dijîn. Hedê kê heye derî nîşanî kurdan bidin. Yên me înkar dikin û derî nîşanî me didin me perçe dikin. Cihê ew dibêjin Guneydogu, em dibêjin Kurdistan. Ma em bajaran yek bi yek bêjin. Ev ne gotinek rast e. Kurd ji vê saetê û şûnde vê înkarê qebûl nakin."    Welatî Abdullah Gezkîn ê berê li gundê Terkanê cerdevanî kir û piştre ji bo dengê xwe da HDP’ê ji cerdevaniyê hat dûrxistin jî wiha got: “Yên ku deng didin HDP’ê tevan terorîst dibîne. Wê rojê di mîtînga xwe ya seyar a Amedê de dibêje 'Cihekî bi navê ‘Ma cihekî bi navê Kurdistan heye?' Em jî dibêjin erê heye. Hemû Rojhilat Kurdistan e."    ‘KURDISTAN TUNE BE EM JÎ TUNE NE   Welatî Emin Ceren  jî bertek nîşan dan û wiha got: “Ger ku Kurdistan tune be em jî tune ne. Em Kurd mafdar in. Em ji Mezopota ne. Ev der Kurdistan e. Kes nikare me ji vir biqewirîne. Bi salan e li vir xwîn tê rijandin. Çima. Ev hemû têkoşîn ji bo vî zimanî û vê nasnameyê ye. Yên me înkar dikin bila li dîroka xwe binerin çawa li ser înkar û dagirkeriyê hatine avakirin."    ‘KURDISTANÊ BAŞ DIZANIN'    Seyarfiroşê 70 salî Fahri Haci jî bertek nîşanî Erdogan dan û wiha got: “Bila berê Erdogan ji xwe bipirse ji ku hatiye. Her çiqas bêji bila kurd herin vir û wir jî em ji ku hatine diyar e. Bila ew bi xwe lêkolîn bikin. Em gelê vir ê herî kevn û qedîm in. Ev der cihê Halilullah e. Ew jî Kurt e."    Welatiyê 50 salî Mehmet Şukru Gezer jî got: “Yê herî dizane Kurdistan heye ew e. Kurdistan herêm e. Warê Kurdan e. Yên Kurdistanê înkar bike kurdan jî înkar dike."