Dayika 4 girtiyan: Tecrîd hebe em ê çawa xwarinê bixwin? 2019-03-14 09:42:01 AGIRÎ – Çar kurê Cadîde Serhat di girtîgehê de ne. Ji kurên wê Metîn Serhat 89 roj in li tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Dayik Serhat got: “Ku tecrîd li ser Ocalan hebe em ê çawa xwarinê bixwin?”  Bi sedan ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de yek jê jî Metîn Serhat ê 35 salî ye. Serhat ê ji 2006’an ve girtî ne li Girtîgeha Jimara 1’an Ewlehiya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin. 89 roj in di greva birçîbûnê de ye. Serhat heta niha li girtîgehên Wan, Bayburt, Oltu, Gumuşhane û Xarpêtê maye. Serhat her kêliyê jiyana xwe dinivîsîne.    'METÎN LI PEY HEQÎQETÊ DIÇE’    Dayika Serhat, Cadîde Serhat a 70 salî ku 7 zarokên wê di têkoşîna gelê kurd de cih digirin têkildarî greva birçîbûnê axivî. Dayik Cadîde Serhat ku di heman demê de Dayika Aştiyê ye da zanîn ku piştî kurê wê yê mezin tev li PKK’ê bû jiyana wan guherî.  Serhat got kurekî wê di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest daye û niha 4 kurê wê li girtîgehên cuda girtî ne. Dayik Serhat anî ziman ku kurê wê Metîn li pey heqîqetê ye û behsa têkoşîna lawê xwe kir.    'EZ SERBILIND IM’    Dayik Serhat diyar kir ku ew 3 roj berê bi kurê xwe di telefonê de hevdîtin pêk aniye û got: “Metîn her tim dev li ken e. Moralê wan gelek baş e. 89 roj in di greva birçîbûnê de ye. 17 kîlo zeîf bûye. Metîn dibêje heta ku daxwaza were cih wê çalakiya xwe dewam bikin. Metîn digot ‘Heta tecrîd li ser Ocalan hebe em ê çawa xwarinê bixwin?’ Ez bi wan serbilind im. Ne zarokên me tenê ne ew zarokên Kurdistanê ne. Heke ku ketibin rêyek wiha helbet tiştek ew dizanin heye.”    ‘RÊYA OCALAN VEKIN’    Dayik Serhat destnîşan kir ku ji bo welat bigîhîje aştî û aramiyê pêwîstî bi rakirina tecrîdê heye û wiha got: “Bila dewlet zilmê li gelê kurd neke. Bila xwîn nerije û mirov jiyana xwe ji dest nedin. Rêya ku ber bi Ocalan ve diçe vekin. Êdî bes e hûn ji me û zarokên me çi dixwazin? Divê êdî em jî li dijî hemû êrîşan bibin yek. Heta têkoşîna me em ê bedelê wê bidin.”    MA / Îrfan Tunççelîk