Buldan ji Qeymeqamê Gogsiyê re got: Tu zanî niha Qeymeqamê Bêşebapê li ku ye? 2019-03-13 16:30:26   ERZIROM – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Gogsiyê axivî û got: “Qeymeqamê navçeyê ji ber gel dengê xwe dide HDP’ê tehdît kiriye. Em ji vî qeymeqamî re dibêjin; tê bîra te qeymeqamek Elkê hebû. Her roj heqaret li me dikir. Tu zanî niha ew qeymeqam li ku ye?”    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û heyeta li gel xwe piştî hevdîtina li navçeya Qereçobanê derbasî navçeya Gogsî ya Erziromê bû. Hevdîtina li Gogsiyê veguherî mitîngê û welatiyan dirûşm berz kirin û Leyla Guven silav kirin. Ewil Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Gogsiyê Melîke Goksu û Burhanettîn Şahîn derketin ser otobusê û gel silav kirin.    ‘HERÎ ZÊDE ZEXTÊN GIRAN LI HDP’Ê DIKIN’    Pişt re Pervîn Buldan derket ser otobusê û gel silav kir û xîtabî gel kir. Buldan anî ziman ku wek her hilbijartinê di vê hilbijartinê jî HDP xebata herî zor dike û got: “Tevî hemû zext û astengiyan jî îro vaye em bi hezaran li vir in. Heta dixwazin bila zextan bikin jî em li vir in û em ê li vir bin. Kes nikare me ji têkoşîna me ya aştî û demokrasiyê veqetîne. Çimkî em neviyên Şêx Seîd û Seyîd Riza ne. Em diçin ku ev coş û kelecan heye. Her kes bi kelecanî li benda 31’ê Adarê ye. Heta ku em wisa li qada bin wê hêza kesî negihîje ku me têk bibe. Li Tirkiyeyê herî zêde zext li HDP’ê tên kirin. Me digirin, dikujin û ceza dikin jî lê em dîsa li qada ne.”    ‘EM Ê QEYÛM BIŞÎNIN BA ERDOGAN’    Buldan îşaret bi girîngiya hilbijartina 31’ê Adarê anî û got: “Yek ji hilbijartina herî girîng e. Tayîp beg diçe ku derewan dike û partiya me tewanbar dike. Gunehê 81 milyon di sitûyê wan de ye. Îro li qadên mitîngan tenê li dijî HDP’ê sekinîne û me tehdît dikin. Tekane partiyek heye ku li welat demokrasiyê dixwaze HDP ye û tekane partiyek heye kul i welat welat dabeş dike jî AKP ye. Em cudakariyê naxin navbera kesî. Kî deng bide me jî û kî deng nede me jî em ji wan hez dikin. Lê em dibêjin dev ji dabeşkirina welat berdin. Şaredariyên me bi qeyûman birêve dibin. Wê gelê Qereçobanê di 31’ê Adarê de qeyûm bişîne qesrê cem Tayîp beg.”    BERTEK NÎŞANÎ QEYMEQAMÊ NAVÇEYÊ DA    Buldan da zanîn ku Qeymeqamê Gogsiyê keyayên taxan tehdît kiriye û xwestiye ku dengên xwe nedin HDP’ê û got: “Qeymeqamê vê navçeyê diçe mirovan tehdît dike û ji AKP’ê re dengan dixwaze. Partiyek bi tehdîtê ji welatiyê xwe deng dixwaze gelo? Ka welat karê dilxwaziyê bû. Li vir keyayan kom dikin û dibêjin ‘deng nedin HDP’ê. Ez bang li qeymeqam efendî dikim; li Elkê (Bêşebapê) qeymeqamek hebû. Her roj heqaretê li me dikir. Li televîzyonan digeriya û heqaret li hevalên me dikir. Tu zanî niha ew qeymeqam li ku ye? Ji FETO hat girtin û di hepsê de ye. Bila tu kes henekê xwe bi biryara gel, îradeya gel û xwereveberiya gel neke. Gel rehet berdin dixwazin dengê xwe didin kî bila bidin.”    Buldan di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û xwest daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bê qebûlkirin.