Çalakgerên grevê peyama 'Heta tecrîd rabe' dê çalaki bidome 2017-11-08 15:18:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawi bibe û azadiya wî bixwazin hatine destêkirin bi komên nû berdewam dike. Çalakî rastî eleqeyek mezin tên. Çalakgeran peyama hevpar dan û diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe dê çalakiyên xwe berdewam bikin.  Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li gelek bajaran bi dorveger berdewam dikin. Di çalakiyan de komên nû dewir digirin û peyamên ji bo azadiya Ocalan tînin ziman. Çalakiya li Mêrsînê dest pê kir di roja 3'emîn de dewrî koma duyemîn kirin.    ENQERE    Li Enqereyê jî Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Enqereyê çalakiya ku Meclîsa Dayiyên Aştiyê bi heman armancê dest pê kiribûn ji wan dewir girt.  Çalakî li avahiya HDP’ê ya Enqereyê berdewam dike û rastî eleqeyek mezin tê. Çalakiya Meclîsa Jinan di roja duyemîn de berdewam dike. Gelek saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk di nava rojê de çalakgeran ziyaret dikin. Jinên ku ketine grevê hem ziyaretan qebûl dikin û hem jî li ser rewşa Ocalan û tecrîda li ser wî niqaşan dimeşînin. Jinan îro di çalakiyê de nivîsa “Bi milyonan kes çawa di hucreya teng de tên girtin" a bi ser navê “Der barê Grava Îmraliyê û jiyana girtîgehê" xwendin. Jinan gotin: "Bi tecrîda liser Birêz Ocalan li ser hemû gelê kurd hatiye ferz kirin.    ‘DIVÊ HER KES JI BO OCALAN TÊBIKOŞE'   Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya ya Enqereyê Ayfer Balikçi, diyar kir ku bi tecrîda li ser Ocalan hemû gelê kurd tê tecrîd kirin û wiha got: "Divê tu kes vê yekê qebûl neke. Divê her kes ji bo Ocalan têbikoşe. Tecrida li ser Ocalan li ser gelê Tirkiye ye. Ger ku tecrîd li ser Birêz Ocalan rabe dê liser hemû gelê Tirkiye rabe. Di pêvajoya çareseriyê de me ev yek dît. Em dixwazin tecrida li ser Brêz Ocalan bi lezgîn rabe. Heta tecrîd li ser Ocalan rabe têkoşîna me dê bidome."    ÊLIH    Li Êlihê jî çalakiya ku rêveberên HDP û DBP'ê bi heman armancê dane destpêkirin berdewam dike. Koma duyemîn çalakî dewir girt û bi ziyaretan berdewam dike. Rêveberê HDP'ê yê Êlihê Mahir Bekleviş, diyar kir ku çalakiya wan bi coş û tevlêbûnek mezin didome û wiha got: Heta Ocalan azad bibe u tecrîd bi dawî bibe dê çalakiya me berdewam bike." Koma duyemîn bi siloganên ku azadiya Ocalan dixwestin çalakî dewir girtin.    ÎZMÎR    Li Îzmirê jî çalakiya ku Rêxistina HDP'ê bi heman armancê dest pê kiribû di roja 13'emîn de berdewam dike. RêxistinaHDP'ê ya Karabaglar û Balçova îro çalakî dewir girtin. Li ser navê çalakgeran Hevserokê HDP'ê yê Navçeya  Karabaglarê Mehmet Emin Altuk,  diyar kir ku şerê îro li Rojhilata Navîn berdewam dike girêdayî tecrîda li ser Ocalan e û wiha got: "Tecrîda li ser Ocalan li ser gelê Rojhilata NAvîn e. Berpirsê şerê heyî îktîdara AKP'ê ya Îro tecrîdê li ser Ocalan dimeşîne ye. Em dixwazin birêz Ocalan bi lezgîn serbest bê berdan û tecrîd bi dawî bibe. Gelê kurd li dijî tecrîdê bê deng namine. Heta tecrîd rabe çalakiyê bidomin."    MÛGLA    Rêxistina HDP'ê ya Mugla jî bi heman armancê çalakiya grevê dabû destpêkirin. Çalakiya li Muglayê di roja 5'emîn de berdewam dike. Çalakiya ku li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Mîlasê dest pê kiribû bi coşek mezin berdewam dike. Rêveberên HDP'ê yê Mîsalê çalakî dewir girtin.