3 kes li Yukselê hatin binçavkirin. 2017-11-08 14:51:49 ENQERE - Li Kolana Yukselê çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” tam salek e bê navber didome. Polînsan mudaxileyê çalakgeran kirin û 3 kes binçav kirin.  Çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku bi KHK’ê ji kar hatin avêtin di roja 245’an de dewam dike. Çalakiya kedkarên çemaweriyê ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 365’an de berdewam kir û salek li pey xwe hişt. Çalakgerên xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê daxuyanî bidin, li Kolana Konurê kom bûn.  Polîsên bi mertaol û maşineyên zirxî kolan girtin, destûr nedan ku çalakger derbas bibin. Çalakgerên xwestin li ber mertalên polîsan daxuyanî bidin, dirûşim berz kirin. Kêliya ku pankart hat vekirin, polîsan êrîşî çalakgeran kirin û pankart çirandin. Polîsên ku bi mertalên xwe çalakger dûrpêç kirin û ronamegerên xwestin ku dîmen bigirin asteng kirin. Bi vê yekê re polîsan 3 kes binçav kirin.