Namzetên HDP'ê yên Giyadînê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin 2019-03-12 09:15:48 AGIRÎ - Namzetên HDP'ê yên Giyadîna Agiriyê Betul Yaşar û Evren Demîr, diyar kirin ku ew ê Şaredariya Giyadînê ya bi bariyerên betonî hatiye dorpêçkirin radestî gel bikin û gotin, 31'ê Adarê roja hesabpirsînê ye.  Di sala 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Giyadîna Agiriyê hatibû kirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin dora şaredariyê bi bariterên betonî hat girtin û welatî bi rihetî nikarin biçin şaredariyê. Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Giyadînê Betul Yaşar û Evren Demîr, destnîşan kirin ku wê 31'ê Adarê ji bo gelê Giyadînê bibe roja hesabpirsînê.    Namzet Betul Yaşar, anî ziman ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li her derî welatî nerihetiyên xwe yên ji ber qeyûma rûdane tînin ziman û wê roja hilbijartinê hesabê vê yekê bipisin. Yaşar got: "Ji ber vîna wan hatiye binpêkirin, bihêrs in. Dibêjin 'Me şaredarên xwe hilbijartibûn, lê belê bi qeyûman hat dagirkirin.' Ji ber vê rewşê piştgiriyê didin me."    ‘LI HER DERÊ JIN EM PÊŞWAZÎ DIKIN'    Yaşar, bilêv kir ku di destpêkê de jin bi giştî tevahiya gelê navçeyê bi kêfxweşî wan pêşwazî dikin û got: "Li taxan wexta jin çav bi me dikevin pir kêfxweş dibin. Dema dengê muzîka me diçe wan, hêviyek li wan peyda dibe. Dibêjin, HDP hat. Li gelek deveran herî zêde jin em pêşwazî dikin."    ‘HERÎ DIHERIKE'    Yaşar got: "Şaredariya me dixebitî. Lê piştî qeyûm hat êdî kes ji ber herî û çopê nikare di kuçeyan de bimeşe. Ava, tenê sibehê û êvarî tê berdan. Ji ber vê mirov ji mecbûrî avê dikişînin. Havînê ji mislixan herî diherike. Ji ber vê avê gelek kes nexweş dikevin. Li vir av pir e, lê ji bo wê tu tişt nayê kirin."    ‘JINÊN KARKER JI KAR DERXISTIN'    Yaşar, bilêv kir ku ew ê saziyên hatine girtin dîsa vekin û ew ê ji bo jin û welatiyên berasteng qadên jiyanê biafirînin. Yaşar got: "Jinên karker ji kar avêtin. Niha şaredarî veguheriye şîrketeke malbatî. Eger em bên hilbijartin, em ê ji bo jinan kursan vekin û wê jin karibin karê xwe bikin."    ‘XESP KIRIN'    Namzet Evren Demîr jî bilêv kir ku AKP'ê nikaribûye bi hilbjartinê şaredariyê bi dest bixe, loma qeyûm tayîn kiriye. Demîr, destnîşan kir ku 3 sal in AKP'ê ji bo gelê navçeyê tiştek nekiriye.    ‘31'Ê ADARÊ WÊ BIBE ROJA SERKETINÊ'    Demîr, anî ziman ku wexta bên hilbijartin ew ê ewilî pirsgirêkên avaniyê yên sererd û binerdî çareser bikin û got: "Em ê tesîsên dawerivandinê çêbikin. Wê xebatên me yên ji bo avgerman jî hebin. Niha 3 avgermên şaredariyê hene. Em ê hersêyan ji nû ve çêbikin û têxin xizmeta gel. Wê 31'ê Adarê ji bo gelê navçeyê bibe roja serketinê. Em ê bi ser bikevin."