ROJEVA 12'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-12 09:00:47 * Namzetên HDP'ê yên Giyadîna Agiriyê Betul Yaşar û Evren Demîr, diyar kirin ku ew ê Şaredariya Giyadînê ya bi bariyerên betonî hatiye dorpêçkirin radestî gel bikin û gotin, 31'ê Adarê roja hesabpirsînê ye.  * Sureya Kilinç ji bo Leyla Guven bi tirkî helbestek nivîsand. Kilinç, bang li her kesî kir ku destekê bidin Guvenê.    * Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê, ji 5'ê Çileyê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bang li her kesî kirin û gotin: "Hûn ê bibînin bê faşîzm li ber deng çi qas bêtaqet e. Faşîzm nikare xwe li ber deng ragire û wekî ku cin lê xistibin. Deng bidin da ku perdeya tarîtiyê biçire."    * Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), bi hinceta "ewlehiyê" li 5 navçeyên Sêrtê cihê 78 sindoqan û bi heman hincetê li 3 navçeyên Êlihê jî cihê 22 sindoqan guherand.    * Hevseroka HDP'a Antlayayê bertek nîşanî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan da ku gefan li partiya wan dixwe û got: "Em ne terorîst in; em nûnerên hemû gelan e."    * Piştî 23 salan şûnde doza der barê Komkujiya Gaziyê de ji nû ve dest pê kir. Parêzer Gulîzar Tûncer, diyar kir ku dewlet dixwaze dozê daxilî dozên demborî bike û got: "Li holê komkujiyeke mezin heye ku bi destê dewletê hatiye kirin. Di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî ne mimkun e."    * Sêrtiyan, xebatên qeyûm wekî "çavgirêdanê" nirxandin û destnîşan kirin ku ew ê di 31'ê Adarê de bersiva qeyûm bidin.    * Parlementerê HDP'ê yê Bedlîsê Celadet Gaydali, destnîşan kir ku li Bedlîsê, di serdema AKP'ê de çandinî û sewalvanî hatiye qedandin û fabrîkaya TEKEL'ê jî aliyê îktîdarê ve hatiye girtin û got: "Tu sedemeke ku gelê Bedlîsê deng bide AKP'ê tune ye."    * Hat derpêşkirin ku fermandarê qereqolê gef li welatiyên gundê Qesrîk ê Şemrexê xwariye û gotiye: "Ger di 31'ê Adarê de herî kêm 200-300 deng ji bo AKP'ê dernekevin ez ê gund bişewitînim."    * Ger di 31'ê Adarê de herî kêm 200-300 deng ji bo AKP'ê dernekevin ez ê gund bişewitînim."    * Dayika Aştiyê Şadiye Hayme ku 3 kurên wê girtî ne û 2 jê li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, bang li raya giştî kir û got: "Divê em nehêlin zarokên me li ber çavên me bimirin."    * Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hejmara girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê gihîşt 142 kesan. Hat zanîn ku 3 rojnameger û siyasetmedar jî di nava çalakiyê de cih digirin.    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan dê li navçeyên Xinûs û Tatosê ya Erziromê bi gel re bê cem hev. (11.00-15.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê li navçeyên Kercews û Heskîf hevdîtinên gel pêk bîne û pişt re jî li Qada Newrozê ya Êlihê mitîng li dar bixe.  (15.30)   * Danişîna doza Wezîfedarên cemaweriyê yên di çarçoveya cînayeta Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk de tên darizandin dê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Şaxên SES'ê yên Stenbol û Îzmîrê dê têkildarî sermayeya veberhênanê û nîşanekê çalakiyan li dar bixin. (11.00-12.30)