Namzetên HDP'ê li her derê bi coş û girseyî hatin pêşwazikirin 2019-03-11 18:00:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên HDP'ê li gelek navçe û bajaran di çarçoveyên xebatên hilbijartinê de bi gel re hatin cem hev. Namzet li her derê bi coş û girseyî hatin pêşwazîkirin. Girsê di pêşwazikirinê de ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin û xwestin tecrîd bi dawî bibe.   Namzetên HDP'ê li Navçeyên Rêya Armûşê, Elbak û Erdiş yên Wanê, li Navçeya Hîzanê ya Bedlisê, Navçeyên Gimgim, Kop û Melezgîrt ya Mûşê, Navçeyên Cizîr û Sîlopî yên Şirnexê xebatên hilbijartinê meşandin û bi gel re hatin cem hev.    WAN    Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi tevlêbûna namzetên hevşaredaran û parlamenterên HDP'ê, rêveberên DBP'ê li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li ser kolana Ordu Buroy hilbijartinê vekir. Girseya li buroya hilbijartinê kom bû bê navber dirûşmeyên piştgiriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berz kirin û gotin: “Qeyûm dê biçe, gel dê bê", “Bijî berxwedana Leylayê” berz kirin. Girsê piştî buro vekir heta avahiya HDP'ê meşiyan.    Rêxistina HDP'ê ya Elbakê jî bi tevlêbûna namzetan Şengul Polat û Erkan Acar, li gundên Qizilca Kadan bi welatiyan re hatin cem hev. Li navçeya Erdişê ya Wanê jî Namzetên HDP'ê yên hevşaredariyê Yildiz Çetin û Mahmut Pala jî Esnafên Sîteya Sanayê ziyaret kirin.    BEDLÎS    Li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê jî Rexistina HDP'ê bi tevlêbûna parlamenter Celadet Gaydali û namzeten Hîzanê Dilek Aslan û Erkan Çetin esnaf ziyaret kir.    MÛŞ    Rêxistina HDP'ê li Mûşê jî bi tevlêbûna parlamenter û namzetan malbatên girtiyan û esnaf ziyaret kirin. Parlamentera HDP'ê Şevin Çoşkun, Namzeta HDP'ê ya Mûşê Sibel Genç û rêveberên HDP’ê malbatên girtiyan ziyaret kir.  Li navçeya Kopê bi tevlêbûna parlamentera HDP'ê û Berdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit, Namzetên HDP'ê yen Kopê Eylem Saruca û Adnan Topçu û rêveberan li navenda Navçeya Kopê buroya hilbijartinê vekirin.  Li Navçeya  Gimgimê jî Namzetên HDP'ê yên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmut Yalçın, li kolan û taxan malbat ziyaret kirin û li malbatan guhdar kirin.  Li Navçeya Melezgîrtê jî bi tevlêbûna Namzetên HDP'ê yên Melezgîrtê Erdal Çakar û Munevver Ceylan û parlamenter Gulistan Kiliç Koçyigit  bajaroka Saripinar ziyaret kir û Kahvexane ziyaret kir. Piştre gundê gundê Şebo (Adaksu) ziyaret kirin.    ŞIRNEX    Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê jî bi tevlêbûna parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik û namzetan li Cizîr û Sîlopî esnaf ziyaret kirin. Namzetên HDP'ê yên Sîlopiyê Adalet Fidan û Suleyman Şavluk, parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş, Ahmet Şik esnaf ziyaret kirin û derbasî kolana Hunerê bûn.    Li Navçeya  Hezexê jî bi tevlêbûna namzetên HDP'ê Songul Erden û Murat Şen û Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz eznaf  ziyaret kirin.