Polîsan destûr nedan ku Dayikên Aştiyê AKP'ê ziyaret bike 2019-03-11 17:01:35   AMED - Meclîsa Dayiken Aştiyê û malbatên girtiyan ji bo daxwazên xizmên xwe yên di greva birçîbûnê de ne bînin ziman xwestin biçin avahiya AKP'ê ya Amede ziyaret bikin. Lê polîsan destûr nedan dayikan û ziyareta dayikan asteng kirin.    Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 124'emîn de didome. Dayikên Aştiyê û malbat’ên girtiyan, ji bo daxwazên xwe yên derbarê grevên birçîbûnê de ragihînin, xwestin biçin avahiya AKP’ê ya Amedê. Dayikên Aştiyê çawan ku ji wesayîtên xwe peya bûn, rastî astengiyên polîsên li ber avahiya AKP’ê hatin.    ‘GER HÛN CAREK DIN WERIN, EM Ê WE BINÇAV BIKIM’   Malbatên girtiyan û Dayîkên Aştiyê ji polîsan re gotin “Zarokên me dimirin.” Bal kêş bû ku polîsan li ser vê yekê ji malbat û dayîkan re got “Kurê te min eleqeder nake. Xwedî zarokên xwe derkevin. Ger hûn carek din werin vê derê, em ê we binçav bikin.”   AVAHIYA MECLÎSÊ KIRIN ABLÛKÊ   Polîsan bi darê zorê dayik li wesayîtan siwar kirin. Dayîkên ku polîsan destûr nedan wan bikevin avahiya AKP’ê, derbasî Şaxa Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya navçeya Rezan a Amedê bûn. Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA, wesayîta Dayîkên Aştiyê heta ber avahiya meclîsê şopandin. Polîsên ku avahiya Dayîkên Aştiyê kirin ablûkê, destûr nedan rojnamegeran ku dîmenan bigirin û ji qadê dûr kirin.   Ablûkeya polîsan a li ber avahiya Meclîsa Dayîkên Aştiyê berdewam dike.