Danişîna Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya hat dîtin 2019-03-11 15:42:42   WAN - 6’emîn danişîna doza derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û 10 erkdarên şaredariyê de ku bi hinceta agirkujên şaredariyê di dema bûyerên Kobanê de, mudaxileyê şewata derket nekirin, hatibû vekirin, hat dîtin.     6’emîn danişîna doza derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û 10 erkdarên şaredariyê de, bi hinceta agirkujên şarederiyê di dema bûyerên Kobanê de şewata rû dabû nevemirandin hatibû vekirin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Wanê hat dîtin.    Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Kaya jî di danişînê de cih girtin.   Kaya parastinên xwe yên berê dûbare kirin. Şandeya dadgehê, piştî parastina Kaya, ji bo hin şahid bên guhdar kirin, danişîn taloqî 17’ê Hezîran 2019’an kir.