Dewleta kûr li Şemzînanê li ser sûc hat girtinSeferî Yilmaz: Artêşa 'Zarokên baş' tê avakirin 2017-11-08 12:48:53 WAN - Di ser bûyerên Şemzînanê ku dewlet li ser sûc hat girtin re 12 sal derbas bûn. 3 "Zarokên Baş" ên bersûc hatin berdan. Xwediyê Pirtûkxaneya Umut Seferî Yilmaz, got “Artêşa Zarokên Baş tê avakirin." Fikri Saglar jî got: “Îro dibe ku dewleta kûr ji RETO'vanan ve bê avakirin."  Di dîroka Tirkiye de yekem car di 9'ê Cotmeha 2005'an bûyerên li Şemzînane de dewlet li ser sûc hat zevtkirin. Di ser bûyeran re 13 sal derbas bûn. Êrîşkarên Pirtûkxaneya Umut ên di 9'ê Mijdara 2005'an de êrîş kirin Berbaz Ali Kaya û Ozcan Îldeniz û îtirafkar Veysel Ateş, ewil ji doza "Avakirina rêxistinê" hatin beraetkirin û piştre ij sucdariya “Kuştina mirovan" serbest hatin berdan. Serokê Baroya Wanê Prz. Murat Timur daxwaznameya "Rêgeza wekheviyê " hatiye îhlalkirin da 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Wanê û îtiraz kir. Lê heyetê daxwaza Serokê Baroya Wanê red kir. Bi vê yekê doza Şemzinanê ku dewlet li ser sûc hat girtin û demek dirêj bû mijara niqaşê ser wê hat girtin. Bi vî rengî bersûc bê ceza hatin hiştin û doz hat girtin.    LI SER HEV BOMBE HATIN TEQANDIN   Li Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê beriya êrîşa li dijî Pirtûkxaneya Umut pêk bê 3.5 meh berê bi dehan êrîşên bombeyî pêk hatin. Ev êrîş jî wekî berdewama êrîşên bombeyî hat pênasekirin. Ji Tîrmeha 2005'an heta Mijdara 2005'an li Navenda Colemêrgê, Gever, Şemzînê 17 êrîşên bombeyî pêk hatin. 6 ji wan nêzî avahiyên cemaweriyê hatin teqandin. Di êrîşên bombeyî de 7 leşker hatin kuştin. 44 kes birîndar bûn. Piştî li ser hev bombe hatin teqandin û li Navçeya Geverê belavokên Tugaya Tolhildanê ya Tirk (TİT) hat belavkirin ev yek bû sedema tirsek mezin.    PÊVJOYA BUYER Û DOZÊ    Li Navçeya Şemzînanê pirtûkxaneya Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz, di 9'ê Mijdara 2005’an de hat bombekirin. Di êrîşê de kesek hatibû kuştin, wesayita ku kesê bombe jî avêtibû, ji hêla gel ve hate rawestandin, "Zarokên Baş" Berbaz Alî Kaya, îtîrafkar Veysel Ateş û Ozcan Îldenîz ên di wesayitê de radestî polêsan kirin. 3 kes piştre serbest hatin berdan. Ji bo vê jî gelê Şemzînanê xwe bera nav kuçeyan da.    Piştî bûyerê, tevlîhevî li Şemzînanê çêbû û gelê bajêr nerazîbûna xwe nîşan dan. Gel bi rojan êrîş şermezar kirin. Di serhildanê de Çawişê Pispor Tanju Çavuş gulê barandin ser gel. Di gulebarandinê de Mehmet Zekî Kormaz hat kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn. Tanju Çavuş paşê di encama dadgehê de serbest hate berdan. Dozgerê Komarê yê Wanê yê wê demê Ferhat Sarikaya, têkildarî bombekirina pirtûkxaya Seferî Yilmaz îdîaname amade kiribû. Di îdîanameyê ku Serbaz Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û mikurhatiyê PKK’ê Veysel Ateş bersûc bûn, Yaşar Buyukanit ê ku ji bo Alî Kaya got, ‘’Ez nas dikim, zarokekî qenc e’’ bi helkefta avakirina çeteyê û bandorê li ser darazê bike, hate tawanbarkirin. Sarikaya dosyaya Buyukanit veqetand, ji bo ku doz lê were vekirin, şande Dozgeriya Leşkerî ya Serkaniyê. Dadgeh Cezaya Giran a 3'emîn a Wanê ku Seroktiya wê Îlhan Kaya dikir her yekî 39 sal, 10 meh û 27 roj ciza li berbaz û mikurhatiyê PKK’ê birî.  JÎTEM a ku dewlet polîtîkayên xwe yên qirêj bi destê wan ve dixe meriyetê û li Kurdistanê bi hezaran "kuştinên kiryar nediyar", qatlîam, cînayet û înfaz pêk anî di 9'ê Mijdara 2005'an de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrrgê Pirtûkxaneya Umut kirin hedef. Di encama êrîşa endamên JÎTEM'ê Ozcan Îldenîz, Alî Kaya û îtirafkar Veysel Ateş pêk anî de, welatiyê bi navê Mehmet Zekî Kormaz jiyana xwe ji dest da û 6 welatî jî birîndar bûbûn. Di êrîşê de wesayîta bi plaqaya 30 AK 933 ve êrîşkaran xwestin birevin lê ji aliyê welatiyan ve li ser suc hatin girtin. Piştî bûyerê li Geverê di serhildana gel de 3 ciwan hatin qetilkirin û bi dehan kes jî hatin birîndarkirin.    DOZGER JI PEYWIRÊ GIRTIN   Dozgerê Komarê yê Wanê Ferhat Sarikaya ku doz dişopand, der barê bersûcan de bi îdîaya "Li dijî yekîtiya dewletê û welat çalakî pêk anîne, mirov kuştine û teşwîkî kuştinê kirine" cezayê muebetê xwest. Pişt re li 3'mîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ji nûve doz hate vekirin. Dozger Sarikaya, bi hinceta têkiliya Fermandarê Giştî yê Bejayî Yaşar Buyukanit ku gotibû "zarokên baş" bi Kaya û Îldenîz re heye agahiyên pêvek ji Serfermandariya Giştî re şand. Li ser vê yekê Sarikaya ji peyvirê hate girtin. Doz ku li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê li ser temyîzê ji 9'emîn Daîreya Dadgeha bilind re hate şandin. Dadgeha Bilind di 8'ê Gulana 2007'an de bi hinceta "Dozyayên kêm û agahiyên kêm hene" biryara 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê xera kir. Piştî doz dîza li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê vegeriya, piştî rûniştina 2'emîn heyeta dadgehê hate guhertin û doz şandin Dadgeha Leşkerî ya Wanê.   HSYK’ya wê demê 20’ê Nîsana 2006’an Sarikaya ji peywirê girtin. Lê Sarikaya ji hêla HSYK’ê ve 26’ê Nîsana 2006’an dîsa anîn ser peywira wî. Vê carê jî weke Dozgerê Komarê yê Enqerê hate peywirdarkirin.  3 kesên ku 9’ê Mijara 2005’an ji hêla gel ve hatibûn girdin, bi hejandina dest û milên xwe nehatibûn. Zincîreke berpirsyariyê hebû di navbera Fermandarê Alayê yê Colemergê, Fermdanarê Asayîşa Kolorduyê ya Wan Selahattîn Ugurlu, heya bi Fermdare Hêzên Bejahiyê de. Bersûc Ali Kaya û Özcan İldeniz û îtîrafkarê PKK'ê Veysel Ateş, di 2 Comehê 2015'an de di rûniştina dozê de ji sûcê "avakirina rêxistine" hatin berdan.    DADGEHA BILIND BIRYAR XERA KIR   Doza ku di demdirêjiyê de hate hiştin herî dawî di 10'ê cotmeha 2012'an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate xirakirin û dosya hat 9'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind û cezaya ku ji ber "mirov kuştine" erê kir lê ya ku "ji bo suc kirinê rêxistin ava kirine" xira kir. Li ser îtirazê dosya hate Lijneya Giştî ya Dadgeha Bilind. Dozgerê wê demê Ferhat Sarikaya yê ku îdianameya Şemîzanên amede kiribû ji bo ku têkîliya Fermandarê Hêzên Bejayî yê wê demê Yaşar Buyukanit ê ji bo Kaya û îldenîz gotibû "Ez nas dikim zarokên baş in" heye, ji Serfermandariya Giştî ya Artêşê re agahî şand.    DADGEHA LEŞKERÎ ZAROKEN BAŞ BERDAN   Piştî ku doz sewqî Dadgeha Leşkerî ya Wanê hate kirin, heyeta dadgeha leşkerî di 1'emîn rûniştina dozê de Kaya, Îldeniz û Ateş, ku girtî dihatin darizandin di 14'ê kanûna 2007'an de serbest berdan. Piştî ku zagon di 9'ê Tîrmehê de hate guhertin û rê li pêşiya leşkeran a li Dadgehên sivîl bên darizandin vebû, di 12'ê tîrmehê de, xala 250'î ya Dadgehên Bi Rayeya Taybet a Zagona Dadgehên Ceza hate guhertin. Piştî zagon hatin guhertin, Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli, Cîgirê Serokê Baroya Wanê Murat Timur, serî li Dadgeha Cezayên Giran a Wanê da û xwestin ku bersûc li Dadgeha sivîl bê darizandin. Li ser daxwaza Kozaagaçli û Tîmûr, doz sewqî 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate kirin.   DOZ LI DADGEHA SIVÎL HAT DÎTIN   Piştî 13 mehan rûniştina bersûcan li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate dîtin. Endamên JÎTEM'ê serbaz Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ên cezayê wan ji aliyê dadgeha bilind ve hatibûn xirakirin û pişt re ji aliyê dadgeha leşkerî ve serbest hatin berdan li Wanê çareke din derketin pêşberî dadgehê. Danişîna li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hate dîtin. Di danişînê de Dozgeriya Komarê ya Wanê Osman Ozdemîr mutalaya xwe ya ji 10 rupelan pêktê pêşkêşî dadgehê kir. Dozger Ozdamar xwest ku Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrakar Veysel Ateş bî sûcdariyên "Mirov kuştin", "Avakirina Çete" û "Teşebûsa kuştina mirovan" ji her yekî re 39 sal, 10 meh û 27 roj cezayê girtîgehê bê birîn.   4 SAL ŞÛNDE DÎSA HATIN GIRTIN   Piştî biryara Serdozgerê Dadgeha Bilind ya Leşkerî, a doza Şemzînanê de dadgeha leşkerî bê peywîrdarê û Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê peywîrdarê, Dadgeha Bilinnd ya Leşkerî biryara doz li dadgeha sivîl de berdewam bike dabû. Dadgehê biryar îmza kir û biryara doz 8 hezîranê sala 2010'an de, li Dadgeha Cezaya Giran bê dîtin da. Bi biyarê ve doz piştî 4 sala dîsa hate şandinê Dadgeha Cezaya Giran a 3'emîn a Wanê. Dadgehê der heqê bersûc doza Şemzînanê berbaz Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş de biryara girtin derxistin, di 21 tîrmehê roja danişînê da. Heyetê dadgehê, Serdozgerê Komarê yê Wanê ji bo bersûc di nav 24 saetan de bên girtin nivîsa muzakerê ji wekîlê xwe re nivîsî. Wekîlê serdozger jî di çarçoveya biryare de, bersûc Alî Kaya yê li Fermandariya Cendirmeya Muglayê peywîrdar, Ozcan Îldenîz yê li Fermandariya Cendirmeya Aydinê peywîrdar û îtîrafkar Veysel Ateş yê li Sakarya dijî hatin binçavkirin û anîn Wanê. Li Wanê bersûc piştî biryar ji wan re hate xwendin, şandin girtîgehê.   GILIYÊ DER BARÊ BUYUKANIT DE HAT QEBÛL KIRIN   Piştî bersûc hatin girtin, parezêrê maxdura Murat Tîmur, di danişîna di 21 tîrmehê sala 2009'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'emîn de hate dîtin de, bi çarçoveya îdianameya Ferhat Sarikaya de der heqê Serokfermandarê Giştî yê o deme Yaşar Buyukanit, Fermandarê Asayîşê yê Wanê Selahattîn Ugurlu, Fermandarê Cendirmeyan yê Wanê Erhan Kobat û rayedarê leşkerî Erdal Ozturk daxwaza gilî kir. Heyetê dadgehê, daxwaza giliyê ya der heqê Buyukanit, Ugurlu û Kobat qabûl kir.   JI HEMAN SÛCAN CEZA HAT XWESTIIN   Dadgehê di danişîna bi dawî di 18 cotmehê de hate dîtin de, Dozgerê Komarê yê Wanê Osman Ozdamar, mutalaya xwe ya ji 10 rûpel pêşkêş kir. Dozger Ozdamar mutalaya xwe de, ji bo bersûcan Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veyel Ateş bi sûcên "Kuştina mirov", "Çetê ava kirin" û "Teşebusa kuştina mirov" 39 sal 10 meh 27 roj cezayê girtîgehê xwest. Ji bo Kaya, Îldenîz û Ateş di dareza di sala 2006'an de jî bi heman sûcan ceza dihate xwestin. Di mutalayê de, li dijî îfadeyên bersûcan ya "bombe ji aliyê PKK'iyan ve hate avêtin û bombeya wesayitê de jî guhertin" cih da ne rastiya ev îfade. Parezerên bersûcan daxwaza dem xwestin.    9'EMÎN DAÎREYA CEZA YA DADGEHA BILIND CAZA BIRYAR XERA KIR   Têkîldarî êrîşê di 22 'yê mijdara 2005'an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve lêpirsîn hate destpêkirin. Kesên ku êrîş pêk anînê yên Kaya, Îldenîz û Ateş di 28'ê Mijdara 2005'an de li Wanê hatin girtin û xistin girtîgeha leşkerî. Li ser îtiraza parêzeran 9'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind di 16'ê gulana 2007'an de lêkolîna temyîzê temam kir û biryara ku der barê 3 bersucan de hatiye dayîn di warê usul û peywirê de xira kir. Lê ji ber ku 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê di biryarê de israr kir dosya careke din çû dadgeha bilind. 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê der barê 3 kesan de ji bo her yek ji wan 39 sal û 10 meh û 27 roj ceza dabû.   ZAROKÊN BAŞ BÛN TOROSÊN SPÎ YÊN DAVUTOGLU   Yaşar Buyukaniti, ji bo endamên JÎTEM'ê gotibû "Ez nas dikim zarokên baş in". Piştre êrîşa li dijî pirtûkxaneyê bu skandala duyemîn û kete rojeva welat. Di roja îroyîn de bereatkirina Cemal Temîzoz û Kamîl Atak ên ji kuştina 21 kesan berpirsyar in û dihatin darizandin jî nîşan da ku "zarokên baş" qatlîamên xwe li Kurdistanê wekî ku Davutoglu tehdîd dike bi "torosên spî" ve berdewam dikin. Bereatkirina Temîzoz û Atak nîşan dide ku atorên "torosê spî" li Kurdistanê di dewreyê de ne û ev yek behtir jî di qetilkirina zarok û sivîlan de û nedîtina kujerên wan de aşkera dibe.   KESÊN LI PIŞT 3 KESAN RONÎ NEBÛN   Pirtûkxaneya Umutê ya ku ji aliyê "zarokên baş" ve hate bombekirin demeke dirêj hate girtin û di 2013'an de careke din hate vekirin û ji wî rojê heta niha jî bi pirtûkên xwe yên dewlemend ve ji bo xwendevanan malovaniyê dike. Piştre hevşaredar Seferî Yilmaz ku pirtûkxaneya wî hatibû bombekirin û bû hevşaredar ji peywirê hat girtin û şandin girtîgehê. "Zaroken Baş" hatin berdan. Lê perdey pişt zarokên baş nehat zelalkirin û nehat ronîkirin.    DAXWAZA TAZMÎNATÊ HAT REDKIRIN   Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di 9'ê meha mijdara 2005’an de li dijî Pirtûkxaneya Umutê êrîşekî bombeyî pêk hat û Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest da Metîn Korkmaz jî birîndar bûbû. Di êrîşê de Pirtûkxaneya Umut zerarekî madî ya mezin dît. Xwediyê Pirtûkxaneya Umutê Seferî Yilmaz, Hevsera Mehmet Zahîr Korkmaz Hamîde Korkmaz û Metîn Korkmaz ên di êrîşê de mexdur bûn li Wezareta Karên Hûndir doza madî û manevî vekirin. Di doza 6 salin berdevam kir de, daxwaza Metîn Korkmaz hate redkirin. Daxwaza Hamîde Korkmaz û Seferî Yilmaz jî dirêj kirin. Daxwaza Metîn Korkmaz a tazmînatê bi hinceta balkêş hate redkirin.   'ZAROKÊN BAŞ' SERBEST HATIN BERDAN   Bersûcên êrîşê Berbaz Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkarê PKK’ê Veysel Ateş ên Yaşar Buyukanit ji bo wan gotibû, "Ez nas dikim, zarokekî baş in" bi helkefta avakirina çeteyê û bandorê li ser darazaê bike, hate tawanbarkirin. di 2 Comehê de di rûniştina dozê de ji sûcê "avakirina rêxistine" hatin tahliyekirin. Heyeta dadgehê der barê 3 bersûcan de, ji doza "Bizanebûn mirov kuştine û birîndar kirine" biryara berdewama girtinê dabû. Piştî dadgeha bilind ji nûve darizandina wan qebûl kir, rûniştina wan di 17'ê Cotmeha 2017'an de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê Bersûc Alî Kaya, Ozcan Îldeniz û Veysel Ateş de biryara bi şertê kontrola edlî serbest berdan.    SUSURLUK, PIRTUKXANEYA UMUT Û HRANT DİNK…   Bûyerên ku wîcdana civakê bêzar dikin û darizandinek bi bandor pêk nehat li benda encamê ne. Bûyerên Susurluk, Şemzînan û Hrant Dink û Ergenekonê hêj rojanebûna xwe diparêzin û li benda darizandinek bi bandor in. Bi sedan cinayetên kujerên wan nediyar ku bi dewleta kûr ve hatin têkildarkirin, bi sedan kesên hatin windakirin hêj ronî nebûye. Ji ber “destnedayina bersûcan" doz nehatin ronîkirin. Li tirkiye rêxistinbûna dewleta kûr ewil di sala 1948'an de “Lijneya Tetkîk a Seferberiya Taybet" hat avakirin. Piştre di bin navê “Daîreya Herba Taybet", “Fermandariya Tevgera Taybet", “Timên Taybet" û “Teşkîlata Îstîxbarata Cendirmeyan (JİTEM)” xebatên xwe berdewam kirin.    WEKHEVIYA ŞEMZÎNAN Û SUSURLUKÊ    Bûyerên ku li ser têgeha “Dewleta Kûr" di wateya “Rêxistinbûna dijhiqûqî ya dewletê" peş ketin, di darazê de jî rengê xwe nîşan da. Di nava dozên ku bi vî rengî hatin destgirtin û pêvajoya wan a darazê bi encam bû doza Susurlukê bû. Lê ji ber dozger ev doz bi "Avakirina rêxistinê" tekildar nekir, çeperên dozê nehat firehkirin û kesên pişt berdê nehatin ronîkirin. Ji ber vê yekê têkiliyên dewleta kûr derneketin holê.    Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Mehmet Elkatmış, dozên Şemzînan û Susurlukê şibandin hev û tekiliya di nava van dozan de bi gotina "Bûyera Şemzînanê dişibe bûyera Susurlukê" şiband hev. Got di maşineyê de çekên nediyar hene. Mirovên nediyar hene. Tê gotin ku mirovên dewletê ne û li ser navê dewletê ev bûyer pêk anîne. Berê jî ev bûyer pêk hatibûn. Li Susurlukê jî pêk hat."    JI SEFERÎ YILMAZ NAME   Hevşaredarê Şemzinanê û xwediyê Pirtûkxaneya Umut ê li Girtîgeha Ewlehiya Wê Bilind a Wanê girtî Seferî Yilmaz, bi nameyekê pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivand.    Yilmaz, berdana 3 bersûcan nirxand û wiha got: "Sucê Berbaz Alî Kaya, Ozcan Îldeniz û mikurhat Veysel Ateş li holê ye. Serdozger Ferhat Sarikaya bi idiaya endamê FETO ye ji peywirê hat îxrackirin. Dozger bi awayekî serbixwe îdîaname amade kir. Ger ku ev ne sûcê rêxistinbûnê be, yên ku ev kes anin cem hev çine? Mikurhatê PKK'ê Veysel Ateş çawa tev li vana bû? Di heman demê de cînayeta Rojnameger Hrant Dink heye. Di pêvajoyo dozê de hat ditin ku leşker û polis di nava tifaqek çawa de ne. Hat dîtin ku belge çawa hatine veşartin. Gotin 'Em li pişt ‘Kujer nediyaran in.' Bi vê yeyekê peyama 'Hûn kurdan û kesên muxalif bikujin, yên din em dê hal bikin' didin Lê êdî wisa naçe. Dê rojek were teqes rastî ronî bibin.Dema kurd bên kuştin ne pirsgirêk e. Dixwazin FETO ji kuştina kurdan berpirsiyar bibînin û xwe ji vê mijarê xelas bikin. Di komkujiya Roboskî û kuştina  Hrant Dink de wekî ku agahiya îktîdarê jê tune be û ne hevkarên hev bin tev digere. Kesên ji doza Ergenekon, Balyoz, Ayişigi bi cezaye muebetê hatin darizandin tev hatin berdan. Niha hemû sucdariyan davêjin ser FETO. Têkiliya îktîdarê û FETO bi hevre  heye. Dema mijar dibe kurd yên din dibe teferruat."    Berdana van kesan dive mirov wekî bekaya dewletê binirxîne. Di serdema Çiller, Çatli de jî heman tişt pêk hat. Wê demê gotin "Yên ji bo dewletê gulê biteqînînin û gule bixwin kesên bi şeref in." Ev nîşan dide bi hevve giredayî ne. Berpirsiyarê vê yekê Fermandarê Alaya Bajar a Colemêrgê Erhan Kubat e. Kubat nivîsa peywirê daye van kesan."    ‘ARTÊŞA ZAROKÊN BAŞ TÊ AVAKIRIN'   Yilmaz, destnîşan kir ku piştî Veysel Ateş hat girtin, Fermandar Erhan Kubat 5-6 caran ew li girtîgehê ziyaret kir û wiha berdewam kir: “Wê demê bi saetan bi Veysel Ateş re çi axivîn. Vê yekê rê li pêş pêvajoya dadgehê girt. Di pêvajoya daraze de hewldana taybet a Fermandarê Alayê Erhan Kubat heye. Ev rexistina JİTEM'e ye. 3 bersûc endamê vê rêxistina dijzagonî ne. Di pêvajoya ku Tirkiye dixin nava pêvajoya kaosê de 'Artêşa zarokên Baş' tê avakirin. Di serdema Osmani de Yeniçerî hatin avakirin. Niha jî artêşa 'Zarokên baş' tê avakirn. Dê hemûşan kom bikin û peywirê bidin wan."    Yilmaz, anî ziman ku berdana bersûcan ew şaş nekir û berê biryar hatibû dayîn û wiha got: "Bi vê biryarê pêşiya rêxistinê hat vekirin. Ev biryar nîşan dide ku AKP-Ergenekon li hev kirine. Dema daraz di destê AKP’ê de be ev yek pêkan e. Bila tu kesên kurd ne li benda biryarek cuda bin. Fermana kurdan ji berê de hatiye nivîsandin"    FÎKRÎ SAGLAR: ŞEMZÎNAN OPERASYONA DEWLETA KÛR BÛ    Endamê Komîsyona Lêkolîna Susurlukê û Parlamenterê CHP'ê Fikri Saglar jî anî ziman ku kesên aşkere êrîşî pirtûkxaneyê kirin li ser suc hatin girtin endamê dewleta kûr û JİTEM'ê ne. Saglar, anî ziman ku bûyera Susurlukê ku bi qezayê pêk hat, rastiya têkiliya dewleta kûr nîşan da. Saglar, anî ziman ku di navbera JİTEM'ê û kujerên nediyar de têkiliyek cîddî heye."    Saglar, anî ziman ku di bûyera Susurlukê de hêj têkiliya dewleta kûr heye û wiha got: "Bûyera Şemzînanê ji bo têkiliya dewleta kûr bê dîtin firsendek bû. Wê demê li pişt dewleta kûr FETO hebû. Lê niha li pişt dewleta kûr RETO dibe ku derkeve. Berê dewleta kûr FETO derket, niha dibe ku RETO derkeve. FETO ango AKP ji hev ne cuda ye. "    MA / Nimet Olmez