'Em hewldanên we yên reşkirina Gezî red dikin' 2019-03-11 14:34:18   STENBOL – Piştevaniya Taksimê der barê îdîanameya têkildarî Gezî de hatiye amadekirin civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevparên Piştevaniya Taksîmê diyar kir ku di îdîanameyê de delîlên şênber tune û gotin: "Em hewldanên we yên bê kok ên reşkirina Gezî red dikin."  Odeyên girêdayî TMMOB'ê, rêxistinên sivîl û demokratîk, sendîka û komele jî di nav de 128 sazî li avahiya Odeya Mîmaran a Karakoy a Stenbolê bi navê "Piştevaniya Taksîmê" têkildarî îdîanameya doza Gezî de hatiye amadekirin civîna çapemeniyê pêk anîn. Piştevaniya Taksimê îdîanameya der barê Osman Kavala, Can Dundar, Mehmet Alî Alabora, Mucella Yapici û Can Atalay jî di navde 16 kesên têkildarî çalakiyên Parka Gezî tên darizandin de hatiye amadekirin, rexne kirin. Li salonê pankarta “Tarî diçe Gezî dimîne" vekirin. Di civînê de parlamenterên HDP'ê Musa Piroglu, Oya Ersoy, Huda Kaya, Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Nivîskar Îhsan Eliaçık, Bavê Berkin Elvan Sami Elvan, Prz. Can Atalay û gelek kesên din amade bûn.    ‘ME GEZÎ JIYA EM GEZÎ DIZANIN'   Li ser navê Piştevaniya Taksîmê Mimar Mucella Yapici daxuyanî xwend. Yapici, anî ziman ku ew hewldanên reşkirina Gezî red dikin û wiha got: “Em hewldanên we yên reşkirina Gezî red dikin. Serdozgerê Komarê yê Stenbolê îdîaname amade kir û 30'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê qebûl kir. Ev îdîaname bê kok û bê esil e. tu delîlên şênber tune ye. Li ser teoriyên komplo hatiye amadekirin. Em Gezî jiyan û em Gezî dizanin. Gezî hêviya aştî, azadî û edaletê ya vê axê ye. Gazî di dîroka civakî ya vî welatî de rûpela rûmetê ya minak e. Wekî di îdîanameyê de tê gotin reîs, şef û arastekarê ku li hundir û derve ev çalakî bi rêxistin kirin tune ye. Ji 2013'an heta niha bi awayekî rêk û pêk hişek li ser Gezî tê avakirin. Darizandina 16 kesan nişan dide ku li welatê me daraz çiqas ketiye bin kontrola îktîdara siyasî.    'YÊN AŞTIYÊ DIXWAZIN JI XEBATÊN TERORÊ TÊN DARIZANDIN'   Yapici, anî ziman ku akademîsyenên aştiye dixwazin ji xebaten terorê tên darizandin û wiha bi dawî kir: "Parêzerên erka xwe pêk tînin erka wan tê sînorkirin. Rojnamegerên dikevin pêş rastiyê bê delîl û bê bingeh wekî terorist tên îlankirni. Fikrên muxalifê îktîdarê wekî dijmin tên dîtin. Di pêvajoya Gezî de yê esil hesab bide wekî kesên mexdûr tên dîtin. Dixwazin pêşeroja me reş bikin. Tu delîlên şênber di îdîanameyê de tune ye. Danişîna yekem di 24-25'ê Hezîranê de ye. Di şexsê 16 kesan de welatiyên ji 80 welatên Tirkiye hatin tev li Ruhê Gezî bûn û mafê xwe yên makeqanûnî pêk anîn û hêz dan demokrasiyê tên darizandin."    Serokê Rêveberiya TMMOB'ê Emin Koramaz jî anî ziman ku ew çawa li Gezî xwedî derketin û mil dan hev, dê niha jî li hevalên xwe xwedî derkevin. Koramaz, anî ziman ku ew destûr nadin ku ruhê Gezî bi gotin û îdîayên bê esil qirêj bibe.    Seraka Giştî ya DİSK'ê Arzu Çerkezoglu jî anî ziman ku dixwazin rûpela herî ronî û sipî ya dîroka wî welatî reş û tarî bikin. Piştî 6 salan bi îdîayên xeyalî dixwazin tiştên bê esil bînin rojeevê û Gezî ronî bikin. Em dê hêza demokrasî û kedê li vî welatî bi destê xwe ava bikin.    Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen jî anî ziman ku Gezî dimenê cîhanek azad û adîl nîşan dide û wiha got: Wê demê me got em rejîma yek zilamî naxwazin û niha jî heman tiştî dubare dikin. Em li hevalên xwe yên ji doza Gazî tên darizandin xwedî derdikevin. Dê ronahiya Gezî ronî bike û tu carî ev ronahî heqede.    Serokê Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB) Prof. Dr. Sinan Adiyaman jî anî ziman ku 650 rûpel îdîaname ji agahiyên xeyalî amade kirine û carek din tundiyê red dikin.    'ME EW SÛC KIRIYE'   Parlamentera HDP'e ya Stenbolê Huda Kaya jî anî ziman ku ew malat di nava pêvajoya Gezi de cih girtin û wiha got: "Divê civaka Tirkiye bi vê pêvajoyê serbilind be. Heta ku ruhê Gezî di hundirê me de be dê hêvî jî mezin bibe. Ger ku ew sûc be me ew sûc kiriye."