Girtiyan serî li ÎHD’ê dan 2019-03-11 14:12:33 WAN - Girtiyên, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, nameyek ji Şaxa ÎHD’ê ya Wanê re şandin û bi 5 sernavan binpêkirinên mafan rêz kirin. Girtiyan, derbarê binpêkirinên mafan ên her roj zêde dibin de serî li komeleyê dan.  Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn de nameyek ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Wanê re şandin. Girtiyên name ji ÎHD’ê re şandin, diyar kirin ku mafên wan ên hiqûqî, tenduristî û îdarî tên bi pê kirin.    Abdulkadir Nas di nameya li ser navê girtiyan şand de, wiha got: “Berî her tiştî, em dixwazin bêjin ku em di ferqa rojeva heyî dene. Di rojevên wiha yên gerim de, me xwest em bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn, ji were binivîsin.”   Nas, nameya ku bi 5 sernavan binpêkirinên mafan nivîsand wiha ye:     “HUQÛQÎ   *Mafê berdana kontrolê ji me girtine.    *Destûr nayê dayîn ku girtiyên bê alî derbasî gel girtiyên bi alî bibin û gef li wan tê xwarin.   *Qawîşên girtiyan naguherînin   *Amûrên kargoyê nadin û bê destûr kargoyan vedikin.   *Kesên sîvîl ên xwe weke îstixbaretê didin nasîn, dibin navê “hevdîtina parêzeran” de bangî hevalên me dikin û gefan li wan dixwin.  *Pirtûkan qedexe dikin û nadin girtiyan.    *Nameyan paşve dişinin û nameyan winda dikin.   *Daxwaznameyên ji bo îdarê tên şandin bê bersiv dimînin û dîsan daxwaznameyên ji bo Wezareta Dadê û siziyên din tên nivîsandin, nayên şandin.    TENDURÎSTÎ   *Sewqên nexweşxanê nayê kirin.    *Di nava mehekê de, ji qawîşên 26-27 girtî lê dimînin, tenê 6 girtî derxistine revîrê.    *Dermanên hevalên nexweşiyên wan ên kronîk heyîn nadin wan û dema didin jî, dereng didin   *Xwarinên tên çêkirin ne paqijin.    *Ji bo xwarinên diyetê tim pirsgirêkan derdixin.   ÎDARÎ   *Ji bo fealiyeta çand, spor û civakî tenê sê girtiyan derdixin.   *Beyî ku tu hincetê nîşan bidin, radyoyên di kantînê de firotin, kom kirin.    *Ji bo ku girtî pênûs û defterên nîşeyan ji kantînê bikirin, ji bo yên derve destûr nayê dayîn.  *Ji bo  hevalên nû tên girtîgehê galgeh û çarşev nadin wan.    * Kapasiteya qawîşan derbas kiriye.    * Girtiyên nexweş ên dibin nexweşxanê, bi saetan di odeyeke 4 metreyan de digirin.   * Amûrên ku malbat ji girtiyan re tînin nadin wan.    *Deriyên baxçeyan bi şev pir zû digirin û serê sibê jî dereng vedikin.    * Ava gerim têra serşûştina girtiyan nake.    DERBARÊ HEVÎTÎNÊ DE    * Bi awayekê keyfî ziyaretvanan di lêgerîna zirav re derbas dikin.    *Ziyaretvanan 4-5 saetan dereng digirin hevdîtinê.    *Di dema hevdîtina vekirî de, gardiyan tim di navbera maseyan tên û diçin û malbatan aciz dikin.   ZILM ÎŞKENCE    *Bi zorê qawişa girtiyên jin guhertin û mudaxileya fîzîkî kirin.    *Ferzkirina lêgerîna tazî.     * Ji bo girtiyên nû tên girtîgê derbasî qawîşên bê alîayan bibin gef  li wan tê xwarin û girtiyên vê qebûl nakin jî rastî îşkence û tundiya fîzîkî tên.   * Girtiyan sîrgûn dikin.