5 payebilindên DAIŞ’ê li Dîlokê ne? 2017-11-08 12:39:11 NAVENDA NÛÇEYAN – DAIŞ a ku tune dibin, hat angaştkirin ku li Dîlokê di malên hucreyê de bicih bûn û bi ser Afganîstanê re ber bi Ewropayê ve korîdorek vekirine.  DAIŞ’ê li Reqa û Dêra Zorê ji sedî 96 axa bi dest xistibû winda kir û hat angaştkirin ku DAIŞ bi kadroyên xwe pêşeng re vedigerin welatên ku jê alîkarî digirtin.    DAIŞ a ku li paytexta xwe Reqayê rastî têkçûnek giran hat 900 endamên wê bêyî ku tu astengî ji wan re derbikeve di sînorê Dîlok û Kilîsê de derbasî Tirkiyê bûn û ev di nav raya giştî de hatibû belavkirin. Çend angaştên der barê DAIŞ’ê de ku diçin welatên din wiha ne; Ji bo DAIŞ’iyên li Tirkiyê bi ser Afganîstanê ve ber bi welatên Ewropa û cîhanê ve xetek nû vebûye. DAIŞ’iyên li Afganîstanê tên perwerdehkirin jî neqlî welatên Ewropayê tên kirin. Ji bo vê yekê bi alîkariya Konsolosxaneya Tirk a Afganîstanê 18 endamên DAIŞ’ê bi pasaportên tirk şandine Elmanya, Fransa û Avusturyayê.    Hat angaştkirin ku endamên DAIŞ’ê di serî de li Dîlok û bajarên li ser sînor bi awayek hucreyan de tên bicihkirin û ji bo bişînin Ewropa û Rojava tên rawestandin. Endamên şebekeya kurye ku tê angaştkirin ji aliyê îstîhbaratê ve hatiye avakirin kesên bi navê A.S. (37) û H.N. (43) endamên şebekeyê ne jî hat angaştkirin ku di serî de kaçaxiya mirovan li ser xeta Îran û Tirkiyeyê faîlên yekemîn ên bazirganiya tiryakê dikin e.     Hat angaştkirin ku bi taybetî endamên DAIŞ’ê yên vegeriyan Dîlokê gelek malên hucreyê yên aîdî wan hene û li van malan kadroyên paye bilind ên pêşeng jî hene.  Li gorî vê yekê 5 endamên paye bilind ên DAIŞ’ê ku niha li Dîlokê dimînin nav û peywîra wan wiha ne:    1- Muhemed Hamid Eldilêmî Navê kod: Ebu Hicar Elesafî Peywîra nav DAIŞ’ê: Berpirsê propaganda û rêxistinkirinê    2- Ahmed Ebdulqadir Elceza Navê kod: Ebu Mîsera Peywîr: Waliyê Bexdayê    3- Idnan Letîf Hemîd El Siwêdawî Navê kod: Ebu Muhened Peywîr: Waliyê Anbarê Peywîra berê: Efserê Artêşa Iraqê    4- Niêma Ebul Nayif El Cibûrî Navê kod: Ebu Fatima  Peywîr: Waliyê Kerkûkê   5- Ridwan Talib Hissên Ismaîl El Hemdûnî Navê kod: Ebu Cernaz  Peywîr: Berpirsê sînorê Iraqê    MA / Erdogan Altan