Li Şirnexê hemû xwendekarên lîsê dibin mîtînga Erdogan 2019-03-11 12:38:24   ŞIRNEX - Berî mîtînga Serokkomar Erdogan a beşdar bibe bê lidarxistin, ewlekariyek asayî hat girtin. Ji ber ku qada mîtîngê tije nebû, xwendekariyên lîseyê ji dersên wan derxistin û birin qada mîtîngê.    Îro li navenda Şirnêxê mîtînga hilbijartinê dê bi tevlîbûna Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan bê lidarxistin. Berî mîtîngê, li bajêr ewlekariyeke asayî hat girtin. Li bajêr hemû sazî û dezgehên dewletê ji bo mîtînga Erdogan sefer bûne û rêyên deketin û ketina bajêr ji aliyê polîsabn ve hat girtin.    Sekvan li gelek cihên bilind hatin bi cihkirin û postere Erdogan bi avahiyên bilind ve hatin daliqandin.    Dîsan, bi wesayîtên çemawerî yên bajêr, navçe û gundan kesan tînin qada mîtîngê. Hat xwestin ku hemû cerdevanên gund û navçeyan, bi zorê beşdarî mîtîngê bibin.