Çalakgera hat berdan: Çi li zindanê, çi li malê dê çalakiya min berdewam bike 2019-03-11 09:23:55   MÊRDÎN - Gurbet Ektîren a di 15’ê Çile de li Girtîgeha Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê kir, piştî ji girtîgehê hat berdan, ji 8’ê Adarê ve çalakiya xwe li malê berdewam dike. Ektîren, diyar kir ku çi li zindanê, çi li malê çalakiya wan dê berdewam bike û got: “Hêviyên girtiyan ji gel heye ku bikeve nava tevgerê.”  Gurbet Ektîran a di 15’ê Çile de, li Girtîgheha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir, di 8’ê Adarê de, di danişîna doza wê ya hat dîtin de, hat berdan.  Ektîren, piştî hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe ya li navçeya Dêrik a Mêrdînê berdewam dike.    Ektîren di dema qadexeya derketina kolanan a di sala 2015’an hat îlankirin de,  bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Ektîren ji roja dest bi grevê kiriye, 3 kîlo dane û niha di odeya ji bo wê hatiye amadekirin de dimîne. Endamên malbatê li Ektîren mêzê dikin. Ektîren a piştî hat berdan neçû nexweşxanê, dê bijîşkên serbixwe yên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), rewşa tenduristiya wê bişopînin.    Ektîren derbarê çalakiya xwe ya bi biryardarî berdewam dike, de axivî.    'DIVÊ LI DERVE BELAV BIBE'   Ektîren, diyar kir k udi 2’ê Adarê de jî, 30 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin û wiha got: “Ji bo parastin bikim, min pergala SEGBÎS’ê red kir. Ji ber vê ji bo danişînê ez anîm Mêrdînê.”    Ektîren, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me berdewam bike, ez bi biryarim ku çalakiya xwe bidomînim. Teqez ezê berdewam bikim. Çalakiya me çalakiyek bi wateye. Pir baş diçe. Çalakiya hemû hevalên min berdewan dike. Em dixwazin hemû kes xwedî berxwedana zindanan derbikevin. Lazime ku gelê me  li Mêrdîn û Kurdistanê bikeve nava tevgerê. Ji xwe li girtîgahan çalakî berdewam dike. Lê divê ev li derve belav bibe. Girtî ji vê moralê digirin.”   ‘EM AMADENE DIVÊ OXIRÊ DE, JIYANA XWE JI DEST BIDIN’   Ektîren, da zanîn ku çi li derve, çi li hûndir tiştek ji bo wê nehatiye guhertin û wiha bilêv kir: “Ew wisan difirin ku bi berdanê, emê dest ji çalakiya xwe berdin. Lê emê çalakiya xwe berdewam bikin. Emê destûrê nedin ku ew bigihin armancên xwe. Bila vê baş zanibin. Dibe ku bi zanebûn hemû hevalên me yên di greva birçîbûnê de û dadgehên wan berdewam dikin, berdin. Lê dê nekarin vîna me teslîm bigirin. Çi li zindanê û çi jî li malê   em amadene ku div ê oxirê de, jiyana xwe ji dest bidin.”    ‘LI HÛNDIR MORAL Û KEYFXWEŞIYEK MEZIN HEBÛ’   Ektîren, bal kişand ser çalakiya hevalên xwe yên digirtîgehê de jî û wiha domand: “Moralê hemû girtiyan bilind bû. Ji bo bi dawî kirina tecrîdê jî bi biryarin. Li girtîgehan hemû kes li ser piyane. Morelê  hevalên me yên 84 rojin di greva birçîbûnê de jî, pir bilind bûn. Ez ji vê derê carek din silavên xwe ji wan re dişinim. Hemû kes hêvî dikin ku gel bikeve nava tevgerê. Girtî dixwazin li Amed, Mêrdîn, Nisêbîn û tevahiya Kurdistanê hemû jin, ciwan, dayîk, kal û pîr bikevin nava tevgerê.”     ‘LIGEL HEMÛ TIŞTÎ EMÊ TÊKOŞÎNA XWE BERDEAM BIKIN’   Ektîren, di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Em di wê baweriyê dene ku di çarçoveya armanca çalakiyên me de, dê gav bên avêtin. Çalakiya Leylga Guven di roja 124’emîn de berdewam bike. Lê ligel vê yekê jî medya pergalê bi israr naxwaze nûçeyên Guven servîs bike. Em li dijî vê jî têdikoşin. Ez silavê xwe ji Leyla Guven re jî dişinim. Ez serkeftinê ji hemû kesan re dixwazim. Ez hêvî dikim ku heya Newrozê Rêbertiya me Azad bibe.”   MA / Ahmet Kanbal