Dayikên Aştiyê: Bêyî can winda bibin deriyê Îmraliyê vekin 2019-03-11 09:16:28 AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, bal kişandin ser daxwaza girtî û siyasetmedarên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçibûnê de ne û xwest bêyî mirovên di grevê de jiyana xwe ji dest bidin bi lez daxwazên girtiyan pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Dayikan got: "Bêyî can winda bibe deriyê Îmraliyê vekin."  Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 124'emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 111 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 85 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 86 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 11'an de berdewam dike. Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8'ê Adarê de parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 54'emîn de berdewam dike.  Gurbet Ektîren a ji Girtîgeha Bakirkoyê hat berdan li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.    ‘EM Ê BIÇIN HER DERÎ'    Meclîsa Dayikên Aştiyê, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên girtî û siyasetmedarên li derve li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê dest bi ziyaretên sazî û rêxistinên demokratîk ên sivîl kirin. Endama Dayikên Aştiyê Fahriye Bakir, diyar kir ku girtiyên grevê de li dijî tecrîdê ketine grevê û wiha got: "Ji bo daxwazên girtiyan pêk bên em têdikoşin. Em dixwazin hemû saziyên demokratîk hestiyar tev bigerin. Pirsgirêka me ya herî mezin tecrîd e.  Em dayik in. Ew zarokên me ne. Em dê serî li hemû sazî û rêxistinên ku bîr û bîrdoziya wan aydî mirovahî û demokrasiyê ye bidin. Em dê sazî bi sazî daxwaz û pêşniyarên xwe ji wan re bikin. Ji bo wekhevî, aştî,  azadî û demorasiyê em ê têbikoşin. Ji ber em dixwazin pirsgirêk di sînorê aştî, azadî û demokrasiyê de çareser bibe. Em dixwazin daxwazên girtiyan pêk bê, tecrîd bi dawî bibe da ku dest ji grevê berdin.    ‘GER KU YEK CANÊ XWE BIDE HEMÛ KES BERPIRSIYAR IN'    Yek ji Dayikên Aştiyê Sabahat Balkaya jî bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha axivî: "Çalakiya Leyla pêl bi pêl mezin dibe û belav dibe. Bêdengiya li derve zextên li ser girtiyan zêde dike. Lê ew ji bo me tevan di grevê de ne. Ji ber ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ne pêkan e tecrîd bê qebûlkirin. Ger ku li girtîgehan yek jiyana xwe ji dest bide, em hemû berpirsiyar in. Em dixwazin bi lez daxwazên girtiyan pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin.    ‘ÇARESERIYÊ NIQAŞ BIKIN   Dayika Aştiyê Raife Ozbey jî anî ziman ku greva birçîbûnê hatiye astek krîtîk û wiha got: "Divê bi lez daxwazên girtiyan pêk bînin. Bêyî ku mirov jiyana xwe ji dest bidin demek berî demekê deriyê Îmraliyê vekin. Bi lez çareseriyê niqaş bikin. Ev bedengî xerab e. Sibê darbestek ji girtîgehê derkeve ji bo me hemûyan xerab e. Leyla Guven wekîla gel û vî welatî ye. Çima dewlet li hemberî daxwaza wekîlekê ew qas ker û lal e?"