Rêveberiya girtîgehê vîtamînên ÎHOP'ê şand desteser kir 2019-03-11 09:15:46 AMED – Komîteya Mafên Mirovan ji bo 50 girtiyên li Girtîhega Tîpa T a Bandırma di greva birçîbûnê de ne, vîtamîn şandin. Hat diyar kirin ku reveberiya girtîgehê dest dani ser vîtamînan.  Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 124'emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 111 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 85 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 86 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 11'an de berdewam dike. Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8'ê Adarê de parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 54'emîn de berdewam dike.  Gurbet Ektîren a ji Girtîgeha Bakirkoyê hat berdan li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.    Li Girtigeha Tîpa T a Bandırma jî 50 girtiyan di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya beden û bêdorveger kirin. Komîteya Mafên Mirovan ji bo 50 girtiyên li Girtîhega Bandirma di greva birçîbûnê de ne, vîtamîn şandin. Hat diyar kirin ku reveberiya girtîgehê dest dani ser vîtamînan. Xizmên girtiyan diyar kirin ku wan bi girtiyan re hevditin kirin û girtiyan diyar kirine ku rayedarên girtîgehê keyfî tev digerin. Malbatan anîn ziman ku mafê girtiyan ê hevditina malbat, ragihandin û daxwaznameyan hatiye astengkirin û personelên girtîgehê bi fîzîkî û devkî girtiyan tahrik dikin û tacîz dikin. Yek ji xizmên girtiyan ku nexwest navê xwe aşkere bike anî ziman ku Komîteya Mafên Mirovan (İHOP) ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de hebên vîtamîn şandine, Lê rêveberiya girtîgehê dest danîne ser hebên vîtamîn. Xizmê girtiyekî din jî anî ziman ku dema çûye hevditina vekirî personelên girtîgehê pir hişk nêzi wan bûye û neheqî li wan kiriye.    MA / Lezgîn Akdenîz          .