Dayika girtiyê 64 rojin di grevê de: Em dest bidin hev aştiyê bînin 2019-03-11 09:14:20 SÊRT - Zumre Emeç ku kurê wê Erdal Emeç 64 rojin di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku we dest bidin hev û bi hevre têbikoşin. Emeç, xwest bi hevre rabin ser piyan bi hevre tecrîdê bişkînin û aştiyê bînin.  Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 124'emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 111 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 85 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 86 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 11'an de berdewam dike. Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8'ê Adarê de parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn. Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 54'emîn de berdewam dike.  Gurbet Ektîren a ji Girtîgeha Bakirkoyê hat berdan li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.    Yek ji girtiyê di greva birçîbunê de Erdal Emeç ê 32 salî ku niha li Girtîgeha Tipa T a Hêjmar 1 ya Tarsûsa Mêrsînê ye. Emeç ji 5'ê Çileya 2019'an de ketiye grevê û 64 rojin di grevê de ye. Emeç di 12'e Îlona 2012'an de dîsa ketibû grevê û 58 rojan di grevê de mabû. Dayika Erdal Emeç Zümre Emeç, bal kişand ser tecrîdê û çalakiya kurê xwe û wiha got: "Kurê min 8 salin girtî ye. 3 mehin min kurê xwe nedîtiye. Ez tenê dikarin bi telegfonê hefteyê carekê bi kurê xwe re bi axivim. Herî dawî dema ez bi kurê xwe re axivîn dengê wî pir kêm bû. Di rewşên asayî de dengê wî pir zêde ye. Gardiyan li girtîgehê neheqiyê li girtiyan dikin. Xerab nêzî wan dibin."     'MA HETA KENGÎ EV BÊDENGÎ EM AZADIYÊ DIXWAZIN'    Emeç, xwesr rayedar demek berî demekê daxwazên girtiyan pêk bînin û wiha bi dawî kir: "Em bi hevre dest bidin hev û bi hevre rabin. Em bi hevre destê xwe bidin hev û bila tecrîrd rabe û aştî pêş bikeve. Em tecrîdê rakin û dawî li grevê bînin. Ev ne tenê birîna min e. Ev birîna me tevan e. Em azadiyê dixwazin. Divê êdî her kes dengê xwe bilind bike. Ma heta kengî ev bêdengî dê bidome. Êdî bes e. Em azadiyê dixwazin. Tu fêda tirsê tune. Bila aştî peş bikeve û girtîgeh vala bibin."