'Heya ku tecrît hebe, çalakî dê bidomin' 2017-11-08 12:11:47 MÊRSÎN - Ji bo bidawîkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî welatiyên 3 rojin dest bi greva birçîbûnê kirin, diyar kirin ku heya tecrîd bi dawî bide û Ocalan azad bibe dê çalakiya xwe bidomîn in.  Li Mêrsînê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo  bi dawîkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî di rojan 3’yemîn de berdewam dike. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrsînên Sedat Kalaba yê beşdarî greva birçîbûnê bû, diyar kir ku têkildarê jiyan û tenduristiya Birêz Ocalan ew bi fikarin û ji ber vê yekê dest bi greva birçîbûnê kirin.    ‘MÎMARÊ ROJAVA OCALAN E’    Kalaba, anî ziman ku demek dirêje bi Ocalan re hevdîtin nayên kirin û wiha axivî: “Destûr nadin parêzer û malbata wî biçin hevdîtinê. Divê dewlet polîtîkayên tecrîtê yên li ser Ocalan bi dawî bîne. Li Tirkiyeyê rejîma yek zilam, gelan dike dijminê hev. Li dijî feraseta yek zilam em dixwazin demokrasî û wekheviyê pêş bixin. Mîna herî mezin em dikarin Rojava nîşan bidin.  Li Rojava hemû gel bi hevre dijîn û mîmarê vê yekê jî Birêz Ocalane. Di pêvajoya destkeftinyên kurdan zêdebûn de, dixwazin bi tecrîta li ser Birêz Ocalan gelê kurd terbiye bikin. Heya tecrît bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomîn in.”     ‘CIHEKÊ KU HEQÎQET LÊ TUNEBE EDALET JÎ TUNEYE’    Fîkrî Aras ê beşdarî grevê bû jî, diyar kir ku li Tirkiyeyê di pergala Erdogan de edalet tuneye ûwiha got: “Desthilatdarî edalet kiriye mîna nepoxekê û çi dema dixwaze diteqîne û pif dide. Ji ber ku Erdogan ketiye tengasiyê, serî li rêbazên dij mirovahî dide. Ji bo tiştên di destên xwe winda neke, mirovan bê sûc, sûcdar dike. Ev du  salin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîtê pêk tîne. Ji bo bersivdayin tacrîtê em dest bi greva birçîbûnê kir. Cihekê ku heqîqet lê tunebe edalet jî lê tuneye. Li Tirkiyeyê li ser gelê kurd êrîş hene. Li dijî van êrîşan divê gel piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê.”