ROJEVA 11'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-11 09:00:10 * Zumre Emekç ku kurê wê Erdal Emeç 64 rojin di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku we dest bidin hev û bi hevre têbikoşin. Emeç, xwest bi hevre rabin ser piyan bi hevre tecrîdê bişkînin û aştiyê bînin.  * Îsmet Akin ê 76 rojin li dijî tecrîda li Îmarliyê di greva birçîbûnê deye, bang li raya giştî kir ku deng  bikn çalakiya wan û got: “Emê rêberê xwe, civakê û gelê Kurd teslîmî faşîzmê nekin.”    * Şukran Aydogan ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzce bi girtiyan re hevdîtin kir, anî ziman ku girtî rastî hemû binpêkirinên mafan tên û wiha got: "Rojnameyan nadin girtiyan. Zorê li wan dikin ku li ser piyan jimarê bidin û têkevin nîzamiya eskerî. Girtiyan anîn ziman ku moralê wan bilind û bi biryarin ku heta daxwazên wan pêk bê çalakiya xwe berdewam bikin. Gîrtî bawer dikin ku dê bi ser bikevin."    * Pirtuka Nivîskar Mine Sogut ya Gergedan: Kifira Mezin, piştî hat çapkirin, di nava refên pirtûkan de cihê xwe girt. Nivîskar bi vê pirtûka Gergedan mexdûriyeta ku îktidarê ava kiriye lêpirsîn dike.    * Sadettîn Yaşar ê 86 rojin li Girtîgeha Tîpa F-2 a Kandirayê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan li ser hemû gelan tê meşandin û wiha got: “Çiqas tecrîd çepera wê fireh e, divê berxwedan, piştgirî û pişetvanî jî ew qas mesin be. Tecrîd bi piştevanî û piştgiriyê dikare bê şikandin."    * Dayika Berkîn Elvan ê di bûyera Gezî de polîsan bi bombeya gazê birîndar kir û pişti 269 rojan jiyana xwe ji dest da, Gulsum Elvan diyar kir ku 5 salin li kurê xwe digere û wiha got: "Eger heta niha qatil hatibuna cezakirin ew qas zarok nedihatin kuştin. Heta ku qatil bên cezakirin tekoşina me dê bidome."   *  Di ser komkujiya Gazî re 24 sal derbas bû. Malbata Zeynep Poyraz a di komkujya Gazî de jiyana xwe ji dest da diyar kir ku ew li benda edaletê ne û edaletê dixwazin. Malbatê anî ziman ku êşa heta niha dijîn bi destê dewletê pêk tê.    * Nesrîn Teke 19 sal berê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike xwe şewitand. Birayê Teke jî bi heman daxwazê niha li hepsê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Nezahat Teke got: “Zarokên me îro birçî ne. Ji bilî mirinê tiştek din heye?”    * Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, bal kişandin ser daxwaza girtî û siyasetmedarên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçibûnê de ne û xwest bêyî mirovên di grevê de jiyana xwe ji dest bidin bi lez daxwazên girtiyan pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Dayikan got: "Bêyî can winda bibe deriyê Îmraliyê vekin."    * Gurbet Ektîren a di 15’ê Çile de li Girtîgeha Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê kir, piştî ji girtîgehê hat berdan jî ji 8’ê Adarê ve çalakiya xwe li malê berdewam dike. Ektîren, diyar kir ku çi li zindanê, çi li malê be, ev çalakiya wan dê berdewam bike û got: “Hêviyên girtiyan ji gel heye ku bikeve nava tevgerê.”    * Qeyûmê Şaredariya Farqînê Adem Çelîk beriya demek kin ji hilbijartinê re bimîne gelek milkên aîdî şaredariyê ku neguhêzbar in dewrî saziyên din ên dewletê kir û ji bankayê bi deynek giran kredî bikaranî.   * Komîteya Mafên Mirovan ji bo 50 girtiyên li Girtîhega Tîpa T a Bandırma di greva birçîbûnê de ne, vîtamîn şandin. Hat diyar kirin ku reveberiya girtîgehê dest dani ser vîtamînan.    * Danişina Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag a girtî tê darizandin dê li Kampusa Girtîgeha Sincanê bê dîtin. (10:00)   * Odeyên girêdayî TMMOB'ê, rêxistinên sivîl û demokratîk, sendîka û komele jî di navde 128 sazî dê li avahiya Odeya Mîmaran a Karakoy a Stenbolê bi dirûşmaya "Piştevaniya Taksîmê têkildarî doza Gezî civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)    * HDK dê bi dirûşmeya "Teqez emê bi ser bikevin, tecridê bişkînin" li avahiya HDP'ê ya Stenbolê Beyannameya Newrozê bi civîna çapemeniyê aşkere bike. (11.00 )   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê xebatên hilbijartinê li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê berdewam bike. (18.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê beşdarî mîtînga li navçeya Qoser a Mêrdînê bibe. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê dê li gelek bajar û navçeyan xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam bike. (11.00- 21.00)