Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nemaye 2019-03-10 21:56:48   AMED - Malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne parlamenterên HDP'ê yên li avahiya HDP'ê ya Amedê ketine greva birçîbûnê ziyaret kirin û diyar kirin ku ger daxwazên zarokên wan bi cih neyê tu hêz nikare wan bide sekinandin û êdî tehemûla wan nemaye   Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 123’yemîn de didome. Çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 110 roj in didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 84 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 85 roj in didome. Di 1’ê Adarê de jî, li tevahî girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin di roja 10’an de berdewam dike. Di 3’yê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê li avahiya partiya xwe ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Di 8’ê Adarê de parlamenterê HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn.   MALBAT: DEMILDEST DAXWAZÊN ZAROKEN ME PÊK BÎNIN   Piştgirî û serlêdanê welatiyan ji bo çalakgerên greva birçîbûnê bênavber didomin. Di çarçoveya van serdanan de jî malbatên girtiyên ku ketine grevê parlamenterên HDP'ê yên li avahiya HDP'ê ya Amedê ketine greva birçîbûnê ziyaret kirin û piştgiriyên xwe anîn ziman. Malbatan piştî serdanê li ber deriyê avahiya HDP’ê daxuyanî dan çapemeniyê, Polîsên ku avahiyê dorpêçkirine xwestin daxuyaniyê asteng bikin lê tevî hemû astengiyan jî malbat û parlamenteran daxuyaniyê pêk anîn. Parlamenter Tayîp Temel axivî û diyar kir ku rewşa girtiyên ku ketine grevî krîtîk e û dibe hergavê ji zindanan agahiyeke ne baş bê û wiha got: “Rewşa girtiyan gihiştiye asta krîtîk, ji ber vê yekê divê raya giştî bi awayekî wijdanî bikevin nav tevgerê.”   Li ser navê malbatên girtiyan jî Nafiye Yîgît axivî. Yîgît bal kişand ser çalakiya Guven û wiha got: “Guven 4 meh in ji bo şikandina tecrîdê bedena xwe daye ber mirinê. Lê mixabin heta niha hikûmet tu gavan neavêtiye. Zarokên wan 85 roj in bedana xwe dane ber mirinê lê daxwazên wan bi cih nayê. Zarokên me mafdar in, daxwazên wan meşrû ye. Divê demildest daxwazên zarokên me bi cih werin. Ger daxwazên zarokên me bi cih neyên tu hêz nikare me dayikan bidin sekinandin. Bedêl çi dibe bila bibe em ê nesekinin. Êdî tehemûla me ji vê rewşê re nema.”