Li Girtîgeha Xarpêtê ciwaneki jiyana xwe ji dest da 2019-03-10 21:27:41   XERPÊT - Girtiyê 18 salî Ridvan Bariş ê bi nexweşiya epilepsi û ji Sîlopiyê ye, li Girtîgeha Vekirî ya Kampusa Xerpêtê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Ciwanê 18 sali Ridvan Bariş ku nexweşê epîlepsî bû û mehek berê hat girtin, li Qawîşa A-9 a Girtîgeha Vekirî ya Kampusa Xarpêtê kriza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Bariş ku saet di 04:00'an de disa nexweşî lê derket, li gel hevalên wî agahî dan rayedaran jî, rayedaran pirsa wî nekir û saet di 10:30'an de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Li gel ku Bariş saet di 10.30'an de jiyanax we ji dest da jî ambulans saet di 12.00'an de hat û cenazeyê Bariş rakirin nexweşxaneyê.    Girtiyekî li Girtîgeha Vekirî ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku Ridvan Barış mehek berê hatiye girtin û li Qawişa A-9 ya Girtîgeha Vekirî ya Kampusa Xarpêtê dimîne. Çavkanî anî ziman ku Barış ji navçeya Sîlopî ye û bi nexweşê Sara (epilepsi) ye. Çavkani da zanîn ku li gel Bariş rewşa xwe ji rayedaran re anîye ziman û xwestiye bê tedawîkirin jî rayedar pê elewe nebûne. Çavkanî da zanîn ku Bariş çend roj berê dîsa nexweş ket û rewşa xwe ji Sergardiyanê bi navê Yunus re got û wiha got: "Bariş çend çaran xwest bi midûr re hevdîtin bike. Lê midûr eleqeder nebû. Dîsa xwest bi Sergardiyan Yunus re hevdîtin bike. Lê Yunus li şûna xwe gardiyanek din şand. Piştî Bariş pirsgirêkên xwe ji gardiyan re vegot, gardiyan got 'Tiştekî em bikin tune' û çû. Piştî vê yekê îro saet di 04.00'ê sibê de Bariş dîsa nexweşî lê peyda bû û gulmê xwe li dîwaran xist. Dema sere sibê gardiyan hatin jimarê dîsa rewş vegot, lê tiştek neirin. Bariş piştre saet di 10.30'an de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Hevalên wî bang li gardiyanan kirin, lê kes dîsa eleqeder nebû. Piştî saet û nîvekê şûnde saet di 12.00'an de hêj ambulans hat û cenaze xisti nava bataniyê û birin nexweşxaneyê. Dozgerê girtîgehê jî nehat li cihê bûyerê lêkolîn nekir û cenaze birin."    Çavkanî anî ziman ku li girtîgehê şertên kişlaya eskeri heye û zextên li ser girtiyan pir zêde ye.