Namzetên HDP'ê li dehan navendan gel ziyaret kirin û buro vekirin 2019-03-10 19:54:59   NAVENDA NUÇEYAN – Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariyan, li dehan navendan bi gel re hatin cem hev. Namzet bi girseyî û coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Li hin cihan ziyaret vegeriyan mîtîngan li hin cihan enaf ziyaret kirin.    Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên hevşaredariyê di çarçoveya xebaten Hilbijartina 31'ê Adarê de li dehan navendan bi gel re hatin cem hev. Namzet li gund, navçe û bajaran bi gel re hatin cem hev û rastî coş û girseyek mezin hatin.    MUŞ   Namzetên HDP'ê li Mûş û navçeyên Mûşê bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê li navçeya Melezgîrt a Mûşê esnaf ziyaret kirin. Li navenda Mûşê jî Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û namzetên HDP'ê li navçeya Korkutê esnaf ziyaret kir. Piştre derbasî Bajaroka Erentepe ya Kopê bûn û buroya hilbijartinê vekir. Hevberdevka HDK'ê û parlamentera HDP'ê Gulistan Koçyîgît, bal kişand ser tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdê 123 rojin di grevê deye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê bi lez tecrîd bi dawî bibe. Ew çi bikin bila bikin em dê her dem li dijî hişmendiya faşîz û yekparêz têbikoşin." Heyet piştre derbasî bajaroka Vartinisê bû û eznaf ziyaret kir.   ÎDIR    Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Îdirê jî di çarçoveya xebatên hilbijartina 31'ê Adarê de gund û tax ziyaret kir. Parlamenterê HDP'ê Habip Eksik jî tev li xebatan bû.    WAN    Namzetên HDP'ê yên Wanê jî li hf,f Saphanê ya Artemêtê buroya hilbijartinê vekir. Bi hezaran kes tev li vekirina buroyê bûn. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Endama Diwana KCD'ê Mukaddes Karakoç û namzetên HDP'ê yên ARtemêtê Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Medeni Ozer jî di navde bi hezaran kes tev li şahiyê bûn.    ELBAK    Namzetên HDP'ê yên Elbakê Erkan Acar û Şengul Polat jî gundên Pars, Karaxpulê zişaret kirin.    RÊYA ARMÛŞÊ    Namzetên HDP'ê yên Rêya Armûşê Şehzade Kurt û Azim Yacan jî li taxên Erçek, Sixke û Ermenîsê bi gel re hatin cem hev û li daxwaz û pirsgirêkên wan guhdar kirin.    WESTAN    Namzetên HDP'ê yên Westanê Melek Araopoglu û rêveberên HDP'ê li taxên Ortamahalle û Bahçelievle gel ziyaret kir. Namzet Veysi Şeker jî gundê Dagyore ziyaret kir.    ÇEWLîK   Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê jî bi heman armancê li navçeya Dara Hênê Buroya hilbijartinê vekir. Namzetên HDP'ê yên Hevşaedariyê Hişyar Ozsoy û Parlamenterê HDP'ê Erdal Aydemir û Namzetên Dara Hênê Sadullah Urkun û Şefika Dogan tev li şahiyê bûn.    ŞIRNEX    Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê li bajaroka Dergulê Buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş, Namzetên HDP'ê yên bajarokê Zozan Aksu û Dursun Çakir jî di navde bi sedan kes amade bûn.    EDENE    Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê li Taxa Karasu ya Navçeya Seyhanê buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterên HDP'ê Kemal Pekoz, endam û rêveerên HDP û DBP'ê Nûnerên TUAYDER'ê û gelek welatiyên din amade bûn. Li vir alên HDP'ê û posterên Hevseroka  KCD'ê Leyla Guven vekirin û pankarta “Leyla Guven mafdar e Divê tecrîd bi dawî bibe" rakirin. Li taxa Hurriyetê jî Buroya hilbijartinê bi coşek mezin hat vekirin. Li vir dayika Selamî Keleş ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzce di greva birçîbûnê de ye Guzel Keleş jî xwest bêyî kes li girtîgehan û derve jiyana xwe ji dest bide bi lez daxwazên Leyla Guven  pêk binin û tecrîdê bi dawî bikin.    HDP'e li taxa 19 Mayısê ya Yuregîrê jî bi tevlêbûna Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz Buroya Hilbijartinê vekir.    ANTALYA   Rêxistina HDP'ê ya Antalya li taxên Habîbler û Şafakê yên Navçeya Kepezê buroyên hilbijartinê vekir. Rêveberên HDP'ê û bi sedan welatî tev li vekirinae buroyê bûn.    ENQERE    Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê jî li Guvenpark a Enqereyê standa hilbijartinê vekir û rastî êrîşa komek nijadperest hat.    MÊRDÎN    Rêxistinia HDP'ê ya Mêrdînê jî bi heman armancê bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Ebru Gunay, Tuma Çelik û Ahmet Şik mal bi mal geriyan û gel ziyaret kirin. Parlamenter Ahmet Şik û namzetên HDP'ê li navçeya Mahsertê bi gel re hatin cem hev. Parlamenter û namzetan li navçeya Midyatê jî buro ziyaret kirin û bi gel re hatin cem hev û derbasî Kerboranê bûn. Piştî li Kerboranê esnaf ziyaret kirin Gundên Deywan Xelila gel ziyaret kirin.    LI QOSERÊ BANGA MÎTÎNGÊ     HDP'ê li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Şemrex, Dêrik, Stewr, Artûklû xebatên xwe berdewam kirin. Di ziyaretan de ji bo mîtînga 11'ê Adarê li Qada Otogarê ya Qoserê saet di 11'an de pêk bê bang li gel kirin.