Qeyûmê Şirnexê beriya mîtînga Erdogan dest bi pîneyan kir 2019-03-10 13:23:01   ŞIRNEX - Qeyûmê Şirnexê beriya Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan sibê li Şirnexê mîtîngê pêk bîne, hemû karkerên şaredariyê seferber kir û dest bi pînekirina kortal û çalên rê kir. Rayedaran ji hemû karmend û cerdevan xwest ku mecbûr in tev li mîtîngê bibin.    Serokê Giştî ye AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan dê sibê li Şirnexê mîtîngê pêk bîne. Beriya Erodgan li Şirnexê mîtîngê pêk bîne qeyûmê karkerên şaredariyê seferber kir. Qeyûmê Şirnexê beriya Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan sibê li Şirnexê mîtîngê pêk bîne, hemû karkerên şaredariyê seferber kir û dest bi pînekirina kortal û çalên rê kir. Rayedaran ji hemû karmend û cerdevan xwest ku mecbûr in tev li mîtîngê bibin. Midûriyeta polîsan jî beriya hatina Erdogan li gelek cihan nokteyên kontrolê ava kirin û ewlehî zêde kir. Li gelek avahiyên TOKÎ ku hêj teslîmî xwediyê wan nekiriye alên Tirk bêvekirin. Dîsa gelek saziyên dewletê xistin xizmeta mîtinga Erdogan.