Nameya ji girtiyekê re hatibû şandin, piştî 13 mehan gehişt destê wî 2019-03-10 12:12:12   MÊRDÎN - Nameya Demet Ogretmen a ji hevalê xwe Yilman Demîr ê li Girtîgeha Tîpa M a Ermenekê dimîne re şandibû, piştî 13 mehan nû gehişt destê wî. Demîr, ji bo nameya 13 meh şûnde, gehişt destê wî, diyar kir ku li cîhanê mînakek wiha tuneye.    Nameya Demet Ogretmen a ji hevalê xwe Yilman Demîr ê li Girtîgeha Tîpa M a Ermenekê dimîne re şandibû, bi tesadufî piştî 13 mehan nû gehişt destê wî. Demîr ê girtî, diyar kir ku nameya di 4’ê Kanûna 2017’an de hatibû nivîsandin, ji ber OHAL’a piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat îlonakirin nedane wî û dinava pirtûkan de dixin depoyê. Demîr, ragihand ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya dorveger deye.    Demîr, piştî nameya Ogretmen saleke şûn de girt, bi nameyekê bersiv da Ogretmen û beşek nameya Demîr ji Ogretmen re nivîsandî wihaye:    ‘MÎNAKEK WIHA LI CÎHANÊ TUNEYE’   “Di nava pirtûkên hildabûn depoyê yên dan me de, bi tesadufî em gehiştin nameya te ya di 04’ê Kanûna 2017’an de nivîsandibû û ji me re şandibû. A rastîn em matmayî man. Em got ‘ev jî ji ku derê derket.’ Weke ku tu jî fam dikî, piştî salekê zêdetir nû nameya te gehişt destê min. Mînakek wiha li cîhanê tuneye. Lê ev rastiyeke. Hevala min a hêja, min derbarê kovarên te ji bo me şandibûn de, ji te re nivîsandi bû. Lê ez nizanim gehiştiye destê te yan na. Hêvî dikim ku gehiştibe destê te.”