Namzetên HDP'ê yên Hîzanê: Gel dê 31'ê Adarê betonên li pêş xwe rake 2019-03-10 10:50:42   BEDLÎS - Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Hîzanê Dîlek Aslan, diyar kirin ku gel carek din ji pergala Hevşaredariyê re dibêje “erê' û got: "Piştî 31'ê Adarê gel dê betonên li pêş şaredariyê rake. Ne beton êdî dê hevşaredar gel pêşwazî bike. Namzetê HDP'ê Erkan Çetin jî anî ziman ku li Hîzanê tu partiyên raqîbê wan tune ye.    Navçeya Hîzan a Bedlîsê di hilbijartina 2014'an de ket destê DBP'ê. Di sala 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyê kirin û li pêş şaredariyê blokên betonê hatin avakirin. Piştî qeyûm tayîn kirin û blokên betonê danin pêş deriyê şaredariyê, deriyê şaredariyê li gel hat girtin. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Hîzanê Dilek Aslan û Erkan Çetin, diyar kirin ku piştî hilbijartina 31'ê Adarê ew dê blokên betonê yên navbera gel û şaredadriyê ji holê rakin.  Dîlek Aslan, anî ziman ku berî her tiştî dê deriyê şaredariyê ji jinan re vekin û jin dê karibin pirsgirêkên xwe li şaredariyê bînin ziman û li çareseriyê bigerin. Aslan, anî ziman ku piştî şaredarî ket destê qeyûm gel nikare biçe pirsgirêkên xwe parve bike û piştî şaredarî têkeve destê wan dê dîsa deriyê şaredariyê ji gel re vekin. Aslan, anî ziman ku dê li daxwazên jinan guhdar bikin û bi hevre li çareseriyê bigerin."    Namzet Erkan Çetin jî anî ziman ku îktîdar li hemû Tirkiye zext û tundî pêş xistine û wiha got: "Ji ber zextên li ser gel hilbijartin bêdeng derbas dibe. Lê hêrza gelê Hîzanê ji qeyûm pir zêde ye. Li Hîzanê rakîbê partiya me tune. Ev bêdengî dê di 31'ê Adarê de xera bibe û HDP wê bi ser bikeve.   PLAN Û PROJEYÊN HEVŞAREDARAN    Dê li Hîzanê rê li pêş tiryakê bigirin û navendên termankirina rehabilitasyonê û derûniyê ava bikin.    * Ji bo pirsgirêka çûn û hatinê çareser bikin dê li gelek xetên serwîsê ava bikin û serwîsê bişînin hemû nokteyan.    * Ji bo jin rehet dem derbas bikin dê qadên taybet ava bike.    * Dê ji bo çandiniyê qadek taybet avabike û gel arasteyî tovên herêmî û xwecîhî bike.    * Dê fabrîqeya nan a gel ava bikin. Kesên pêdiviyên wan hene, li gorî pêdiviyên wan nan bê pere belav bike.    * Ji bo hatina şaredariyê dê di bin baneyê şaredariyê de tora avê ava bike.    * Dê xaniyên gomî ji nûve rastore bike û mimariya navçeyê ji nûve rast bike.    * Dê bazara gel ava bikin.    * Li navçeya Hîzanê ji bo malbatên nexweşan dê mêvanxaneyê ava bike.    * Ji ber ku li Hizanê berf zêde ye, dê Navenda Kaşûnê ava bikin.