5 sal derbas bûn: Doza Berkîn Elvan bi zanebûnî tê dirêjkirin 2019-03-10 09:15:03 STENBOL - Di ser kuştina Berkîn Elvan re 5 sal derbas bûn. Doza der barê kuştina Elvan de jî hîn didome. Parêzer Çîgdem Akbûlût, diyar kir ku saziyên dewletê bi zanebûnî dozê dirêj dikin, lê belê encam çi dibe billa bibe ew ê dev ji vê dozê bernedin.    Di 27'ê Gulana 2013'an de, wexta darên li Parka Geziyê ya Taksîmê hatin jêkirin, gelek eks bertek nîşandabûn. Lê piştî polîsan mudaxileyî welatiyan kir bûyera civakiyî berbelav bû û di demeke kin de li gelek bajarên Tirkiyeyê belav bû. Di van bûyerên navbirî de ku nêzî 2 mehan dewam kir, li gorî daneyên Yekîtiya Bijîkên Tirk (TTB), 12 kesan jiyana xwe ji dest daye û 31 kes jî ji ber fîşekên gazê yên polîsan kor bûne.    Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da jî Berkîn Elvanê 14 salî bû. Elvan, di 16'ê Hezîrana 2013'an de wexta ji bo nan bikire ji malê derdikeve, fîşeka gazê ya polîsan li serê wî dikeve û bi giranî birîndar dibe. Elvan, 269 rojan li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê ma, lê belê di 11'ê Adara 2014'an de jiyane xwe ji dest da.    Di ser kuştina Elvan re 5 sal derbas bûn, lê belê di doza der barê polîsê fîşek bera serê wî da tu pêşveçûyîn rû nedaye.    Parêzera malbatê Çîgdem Akbûlût, pêvajoya dozê nirxand. Çîgdem, destnîşan kir ku 2 sal in ji bo polîsê pêl tetikê kir bê cezakirin tev digerin. Akbûlût, anî ziman ku pir aşkere ye ku polîsê bersûc F.D. û polîsên li cem wî bi ferman û talîmatên hatine dayîn ev yek kirine û got: "Hin polîs û amîr wekî şahid hatin guhdarîkirin. Lê belê der barê wan de biryara neşopandinê hatiye dayîn û doz nehatiye vekirin. Niha heman kes wekî şahid tên guhdarîkirin. Hemû jî ji ber ditirsin dibêjin 'nayê bîra me.' Lê belê tevî her tiştî jî doza me xwe dispêre daneyên zanyarî û berbiçav. Li gor van daneyan, F.D. bi qesdî Berkîn kuştiye."    ‘EM Ê DEV JI VÊ DOZÊ BERNEDIN'    Akbûlût, destnîşan kir ku di ser dozê re 2 sal derbas bûne, lê belê ji ber hin saziyên dewletê bi giranî tev digerin doz bi derengî tê xistin. Akbûlût, diyar kir ku ji bo dîmenên di dosyeyê de zelal bibin û ji bo teşhîsa rûberû ya bersûc bê kirin, dadgehê serî li hin saziyan daye, lê belê saziyan bersiveke neyînî daye. Akbûlût got: "Bi vî awayî dixwazin bi derengî bixin da eleqeya gel kêm bibe. Fikra wan ew e ku ger destek kêm bibe, wê kujerên Berkîn û berpirsiyar neyên cezakirin. Lê belê em ê tu carî dev ji vê dozê bernedin. Em hemû dizanin ku ev darizandineke siyasî ye."    ‘HÎN JÎ LI SER KAR E'    Akbûlût, bilêv kir ku bersûc bi awayekî negirtî tê darizandin, lê belê ev yek li dijî qanûnê ye. Akbûlût got: "Tişta herî wehîm jî, hîn ew polîs li ser kar e. Di her danişînê de em daxwaz dikin ku bê girtin. Lê belê bi hinceta 'ji ber berûsc polîs e û danişînan dişopîne' daxwaza me tê redkirin. A rast, bi vî awayî şopandina danişînan, ji bo wî ne berpirsiyariyek e, nîmet e. Heta niha carekê jî nehatiye ewyana danişînê. Ji Wanê danişînê dişopîne."    WÊ DI 10'Ê NÎSANÊ DE KEŞF BÊ KIRIN    Akbûlût, destnîşan kir ku wê keşf di 10'ê Nîsanê de bê kirin û got: "Em ê di 10'ê Nîsana 2019'an de tevî heyeta dadgehê li kuçeya ku Berkîn Elvan lê hat kuştin bin. Wê di 8'ê Gulanê de jî danişîn pêk bê. A rast dikarim bibêjim ku em ber bi biryarê ve diçin. Me gotibû, hêleke vê darizandinê siyasî ye. Îjar biryar çi dibe bila bibe heta kesên Berkîn kuştine hemû neyên darizandin em ê bitêkoşin."