Piştî 7 salan dîsa di greva birçîbûnê de ye: Ji bo berxwedanê em dereng jî man 2019-03-10 09:08:02   ENQERE - Kemal Irmak ku di sala 2012'an de 58 rojan di greva birçîbûnê de ma, niha jî 75 roj in di greva birçîbûnê de ye. Irmak got: "Ji bo berxwedanê em dereng jî man. Em bi qîrînên azadiyê vê bêdengiyê bişikînin."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 123'yan de didome. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya 331 girtiyên li 66 girtîgehan jî di roja 85'an de didome. Çalakiya greva birçîbûnê di 1'ê Adarê de li tevahiya girtîgehan belav bû.    Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî Kemal Irmak e. Irmak, di sala 1992'yan de li bajaroka Rustemgedîk a Kopa Mûşê hatiye dinê û di sala 2015'an de jî hatiye girtin. Irmak, di sala 2012'an de jî di greva birçîbûnê ya li girtîgehan de cih girtiye û 58 rojan di greva birçîbûnê de maye. Niha li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 75 roj in di greva birçîbûnê de ye.    Irmak, nameyek şand.    VÎTAMÎN Û MASKE NAYÊN DAYÎN    Irmak, bilêv kir ku niha serêşî, bêhalî lê peyda bûye. Irmak, diyar kir ku xwê, karbonat, vîtamîna B1 û maskeyê nadin wan û bijîşk jî ji bo muayeneyê nayên qawîşan û tendursitakr jî kengî bixwazin tên. Irmak, bilêv kir ku piştî wan dest bi greva birçîbûnê kiriye malzemeyên hijyenîkê li kantînê nayên firotin û got: "Ji ber terazî hesas e û zemîne ne guncan e, em nikarin xwe baş biwezinînin. dibe ku pir zihîf bûbim, lê li gor mêzêna niha 13 kîloyan zihîf bûme."    ‘EM DERENG MAN'    Irmak, di nameya xwe de got: "Tenê daxwazek me heye û em ji bo wê li ber xwe didin. A rast, ji bo berxwedanê em derneg jî man. Niha li dijî hemû nirên gelê kurd êrîş û îmhayek heye. Ev êrîş herî zêde li Îmraliyê pêk tên. Abdullah Ocalan, yekpareyiya nasname û pergalekê ye. Rêberê hemû bindestan, hemû gelên nasname û azadiya wan hatiye binpêkirin. Ev tecrîd û îşkence badilhewa bi salan nayê kirin. Di heman demê de ev polîtîka berdewamiya komployê ye jî. Arman ew e ku gelê kurd, ciwan û jinên kurd bê rêber bihêlin. Jiyaneke bêyî Rêber, koletî ye. Me tu carî ev yek qebûl nekir. Em ê nekin jî. Ji bo ev bi dawî bibe, divê tecrîd bê şikandin. Di vî warî de em dereng jî mane. Divê em bi şikandina tecrîdê xwerexneya vê yekê bidin. Loma me dest bi vê berxwedanê kir.    'DAXWAZA ME ZELAL E'   Piştî daxwaza me bê qebûlkirin, em ê çalakiya xwe bi dawî bikin. Daxwaza me zelal e. Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe, di warê fizîkî de divê ji bo jiyaneke azad şert û mercên wî bên başkirin. Ji bilî vê wê tu taktîk, nêzîkatî û bangawazî nikaribin çalakiya me bi dawî bike. Bedêl çi dibe bila bibe, em amade ne. Lê teqez em ê bi ser bikevin. Di vî warî de baweriya me xurt e. Ev meş, meşa ber bi serketineke mezin e. Wê bi serketinê bi encam bibe. Wê tecrîd bişikê û faşîzm têkbişikê."    Irmak, di dawiya nameya xwe de bang li herkesî kir û got: "Werin em bi qîrînên azadiyê vê bêdengiyê bişikînin."