Dengek dikare gelek tiştî biguherîne! 2019-03-10 09:05:35   WAN - Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Wanê bi dirûşmeya "Dengek dikare gelek tiştî biguherîne" xebatên xwe didomîne. Endamê komîsynê Farûk Goren got: "Teqez divê hûn vî mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Ger derfet û keysa we tune be jî, hûn dikarin serî li rêxistinên bajar û navçeyan ên partiya me bidin."    Li Wanê, Komîsyona Hilbijêrên Livdar a HDP'a Wanê, bi dirûşmeya "dengek dikare gelek tiştan biguherîne" bênav ber dixebite. Komîsyonê, bang li hilbijêran kir ku serî li avahiyên navçe û bajaran ên HDP'ê bidin.    'WÊ GEL LI SER SINDOQAN GOTINA XWE BÊJE'   Endamê komîsyonê Farûk Goren, anî ziman ku li herêmê vîna gel hatiye binpêkirin û bi qeyûman şaredarî hatine xespkirin. Goren, bilêv kir ku ji ber vê  hilbijartina 31'ê Adarê hilbijartineke dîrokî ye. Goren, destnîşan kir ku wê hilbijêr di vê hilbijartinê de jî ji bo gotina xwe bêjin biçin ser sindoqê.    ‘EM MAFÊ XWE YÊ DEMOKRATÎK BI KAR BÎNIN'    Goren, bang li xwendekar û kesên li rojavayê welat dixebitin kir û got: "Hilbijartina 31'ê Adarê ji bo demokrasiya welat, hilbijartineke pir girîng e. Teqez divê hûn vî mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Ger derfet û keysa we tune be jî, hûn dikarin serî li rêxistinên bajar û navçeyan ên partiya me bidin."    ‘DENGEK DIKARE GELEK TIŞTAN BIGUHERÎNE'    Goren, bilêv kir ku ji bo hilbijêrên livdar çi hewce be ew ê bikin û got: "Dengek dikare gelek tiştan biguherîne." Goren, destnîşan kir ku hilbijartin sitûneke bingehîn a demokrasiyê ye û got: "Li herêma me gelek saziyên me yên demokratîk hatin girtin. Gelek saziyên ciwan û jinan hatin destgîrkirin. Em vê yekê qebûl nakin û em bawer dikin ku em ê di sindoqan de bi rêyeke demokratîk ji derheqê vê rewşê derkevin. Ji bo vê em li benda piştgiriya herkesî ne."