Gelên Îdirê: HDP, yekîtî û jiyana bi hev re ye 2019-03-10 09:01:21   ÎDIR - Kurd, azerî û terekemeyên Îdirê, bilêv kirin ku di hilbijartina 31'ê Adarê de rengê wan diyar e û gotin: "Çi qasî dibin yek bila bibin yek. Ger HDP bi ser bikeve wç yekîtî çêbibe. Em ê raya xwe bidin HDP'ê."    Rêxistina HDP'a Îdirê, namzetên HDP'ê yên Şaredariya Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş, ji bo hilbijartina 31'ê Adarê bênavber dixebitin. Namzetên HDP'ê li her derî bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Gelên li Taxa Emekê dijîn, diyar kirin ku rengê wan diyar e û ew ê hemû tifaqan pûç bikin û şaredariyê radestî HDP'ê bikin.    Fahrettîn Tûran, destnîşan kir ku AKP, MHP û Partiya ÎYÎ'yê li Îdirê bûne yek û çav berdana Îdirê. Tûran, bi bîr xist ku tekane armanca îktîdarê ew e ku şaredarî nekeve destê HDP'ê. Tûran, bilêv kir ku ew ê bi reng û dengê xwe biçin ser sindoqê û raya xwe bidin HDP'ê. Tûran got: "HDP, partiyeke vekirî ye. Hemû gelan dihebîne. Li vê taxê kurd, terekeme û azerî bi hev re dijîn. Rojekê jî cihêkarî nekir û bi cihêkarî xizmet nekir. Loma di 31'ê Adarê de wexta em çûn ser sindoqê divê ev yek bê bîra me. HDP, partiyeke rengîn e. Em baş dizanin wê di 31'ê Adarê de HDP bi ser bikeve."    ‘ME TU CIHÊKARÎ NEDÎT'    Yavûz Savan ê azerî jî, anî ziman ku di her hilbijartinê de wî raya xwe daye AKP'ê, lê belê ew ê di vê hilbijartinê de bide HDP'ê. Savan got: "Hin kes li hev kirine û dixwazin Îdirê radestî MHP'ê bikin. Bawer dikim wê HDP, li Îdirê tiştên xwe bike. Ez û gelek azeriyên wek min piştgiriyê didin HDP'ê. Ger HDP bi ser bikeve wê yekîtî çêbibe. Wê cihêkarî çênebe. Em berê bûn şahidê cihêkariyê û tiştên xirab. Wexta mesele şaredarî be divê mirov bêalî tev bigere. Kîjan partî wê ji bo vî bajarî baş bixebite, divê em raya xwe bidin wê. Heta niha cihêkarî nedîtiye. Şaredariya HDP'î bêalî tev digere."    'PÊŞANIYA HDP'Ê JIN IN'   Bîlge Şeker jî, destnîşan kir ku HDP hemû jinan û gelan dihebîne, lê belê partiyên din cih nadin jinê. Şeker, anî ziman ku ji roja ku HDP ava bûye pêşaniya wê jin in û got: "HDP, di warê aborî, jiyan, çand û hunerê de gelan esas digire. Çanda kesî asîmle nake. Ji ber vê em xwe baştir îfade dikin. HDP, partiyeke rengîn e û hemû baweriyan di xwe de dihebîne. Em jî li vê xakê şer naxwazin. Divê hemû gel di nêvengeke aştiyane de bijîn. Hêvîdar im em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin."    ‘AKP- MHP Û PARTIYA ÎYÎ DITIRSIN'    Nûrettîn Gulcan, destnîşan kir ku li bajarê wan di navbera gelan de dijminatî tune ye. Gulcan, diyar kir ku ê cihêkarî û berberiyê dixe navbera gelan îktîdar in. Gulcan, anî ziman ku ew terekeme ye û li bajarê wan gel bi hev re dijîn. Gulcan, destnîşan kir ku kurd, tirk û azerî xizmên hev in û got: "dijminatî tune ye. Lê di her hilbijartinê de gelan bera hev didin. Em hay ji van tiştan hene. Em û tu gelî ne dijminê hev in. Sedema vê yekê jî ew e ku AKP-MHP û Partiya ÎYÎ ji HDP'ê ditirsin. Partiya ÎYî, çi dike bila bike. Jixwe li vir kes raya xwe nadê. Jixwe namzet jî tune bin, bêwate ye. Partiya ÎYÎ tenê dixwaze têkeve rojevê. HDP, ji bo me partiya karker, kedkar û gelên bindest e. Loma em bêtir xwe nêzî HDP2ê dibînin. Bi rastî jî partiya gelan e. Madem wisa ye, çima em raya xwe nedinê. Ji ber HDP, li cem gelan cih digire em ê raya xwe bidin HDP'ê. Ne ez tenö, hemü terekeme wisa dibêjin. Em wisa bawer dikin ku wê di 31'ê Adarê de HDP bi ser bikeve."    ‘HDP, VÎNA ME YE'    Sûltan Şeker jî, destnîşan kir ku HDp xizmeta hemû jin, zarok û karkeran dike û got: "Bi rastî jî li vir pir baş dixebite. Ji bo taxa me û gelê me tev digere. Şaredarî ji bo berjewendiyên xwe tev nagere. Li bajarên din piştî qeyûm hatin tayînkirin, nelirêtiyên wan derketin holê. HDP, vîna me ye. Loma em ê raya xwe bidin HDP'ê."    ‘ÇI DIKIN BILA BIKIN'    Amîne Kiliç jî destnîşan kir ku tu îktîdar êdî nikare li Îdirê bi ser bikeve û got: "Çimkî, rengê Îdirê diyar e. Gel dizane wê raya xw ebide kê. Çi dikin bila bikin, çi qsî tifaqê çêdikin bila bikin. Wê tu tişt neguhere." Emsal Tenekecî jî got: "HDP, ji bo min azadî, heq û hiqûq e. Hemû gelan dihebîne."    MA / Ayşe Surme