ROJEVA 10'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-10 09:00:08   * Kurd, azerî û terekemeyên Îdirê, bilêv kirin ku di hilbijartina 31'ê Adarê de rengê wan diyar e û gotin: "Çi qasî dibin yek bila bibin yek. Ger HDP bi ser bikeve wç yekîtî çêbibe. Em ê raya xwe bidin HDP'ê."    * Di dema avêtina ser avahiya HDP'a Amedê de, polîsan bi pehînan Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç derb kirin. Sarisaç, bilêv kir ku welat veguheriye "dewleta qebîleyî" û "hiqûqa dijiminahiyê" pêk tê û got: "Heta tecrîd pûç nebe wê çalakiya me dewam bike."    * Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Wanê bi dirûşmeya "Dengek dikare gelek tiştî biguherîne" xebatên xwe didomîne. Endamê komîsynê Farûk Goren got: "Teqez divê hûn vî mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Ger derfet û keysa we tune be jî, hûn dikarin serî li rêxistinên bajar û navçeyan ên partiya me bidin."    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî ku tûra hilbijartinê ji Qersê dest pê kir û li bajarên Erdexan, Îdir, Agirî, Bedlîs, Bîngol û Xarbêtê bi gel re hat cem hev, diyar kir ku şensa wan a li Çewlîk, Qers û Mûşê bi ser bikevin zêdetir e û wiha got: "Ji sedî 6 hilbijêrên kurd ku berê dengê xwe didan AKP’ê ji AKP'ê qut bûne. Erdogan ku bi 71 yek kesan partî ava kir neha bi tenê maye.    * Kemal Irmak ku di sala 2012'an de 58 rojan di greva birçîbûnê de ma, niha jî 75 roj in di greva birçîbûnê de ye. Irmak got: "Ji bo berxwedanê em dereng jî man. Em bi qîrînên azadiyê vê bêdengiyê bişikînin."    * Mesût Atiş ku li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê 85 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Ne ji bo mirinê, ji bo jiyaneke azad me dest bi vê çalakiyê kir."    * YSK'ê, li 7 navçeyên Amedê bi hinceta "ewlehiyê" cihê 70 sindoqan guherand û 14 sindoq jî kirin yek.    * Di ser kuştina Berkîn Elvan re 5 sal derbas bûn. Doza der barê kuştina Elvan de jî hîn didome. Parêzer Çîgdem Akbûlût, diyar kir ku saziyên dewletê bi zanebûnî dozê dirêj dikin, lê belê encam çi dibe billa bibe ew ê dev ji vê dozê bernedin.    * Li Girtîgeha Qeyserî, girtiyên jin ên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, bang li raya giştî kirin ku deng bidin berxwedana wan û gotin: “Heta ku tecrîda li ser Ocalan ranebe, emê çalakiya xwe bi dawî nekin. Emê tu carî dest ji daxwazên xwe bernedin. Emê qezenc bikin.”   * Komxebata Jinên Karker dê li Navenda Giştî ya Sendîkayên Petrol Îşê ya li Alunizade ya Stenbolê pêk bê. (11.00)    * Platforma Jinan a Îzmîrê, dê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Qada Cumhuriyetê ya Konak a Îzmirê meşê li dar bixin. (14-00-15.00)   * Rêxistina HDP'ê dê li gelek bajaran xebatên hilbijartine pek bîne. (14.00-21.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî dê li navçeyên Sîwereg, Wêranşar û Pirsûs ên Rihayê bi gel re bê cem hev. (11.00-17.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Eş Genel Başkanı Pervin Buldan, partisinin seçim çalışmaları kapsamında Bakırköy, Bahçelievler ve Esenyurt'ta yapılacak olan halk buluşmalarına katılacak. (15.00/17.00/19.00)