Serdana gel a ji bo çalakgeran didome 2019-03-09 20:04:20   AMED – Piştî duh bi şev polîsan avêt ser avahiya HDP'ê û çalakgerên greva birçîbûnê hatin binçavkirin, gel berê xwe da avahiya partiyê û serdana çalakgeran kir.    Ji ber parlementerên HDP'ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û endamên partiyê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, sevîcan yaşar, Salîh tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalîk Kûrt û Yûsûf Ataş li dijî tecrîdkirina rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'a amadê dest bi greva birçîbûnê kirin, duh bi şev polîsan avêt ser avahiya HDP'ê. Di avêtina ser avahiyê de polîsan derî û paceyên avahiyê şikandin û ji çalakgerên greva birçîbûnê alîh Cansever, Îsmet Yildiz, sevîcan yaşar, Salîh tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalîk Kûrt û Yûsûf Ataş binçav kirin. Bi sedan kes îro ji bo derbkirina parlementeran û binçavkirina çalakgeran şermezar bikin berê xwe dan avahiya partiyê û serdana çalakgeran kir.    Çalakiya greva birçîbûnê ya parlementeran li avahiya HDP'ê didome û ya endamên HDP'ê yên hatin binçavkirin jî li emniyetê didome. Her wiha ji Wan, Êlih û Sêrtê wekîlên HDP'î jî di nav de gelek kes serdana çalakgeran dikin. Ji navend û navçeyên bajêr jî bi sedan welatî serdana çalakgeran kirin.