Polîsan telefona wekîla HDP'î şikand 2019-03-09 18:52:20   AMED - Duh di dema avêtina ser avahiya HDP'a Amedê de, polîsan dest danî ser telefona Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîzê jî. Paşê polîsan telefona Aydenîzê şikand û bi rêya esnafekî ji Aydenîzê re şandin.    Ji ber parlemneterên HDP û endamên partiyê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'a Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin, duh bi şev polîsan avêt ser avahiyê. Di dema avêtina ser avahiyê de polîsan derî û paceyên avahiyê şikandin, parlemnterên HDP'î derb kirin û ji çalakgerên greva birçîbûnê 7 kes jî destgîr kiribûn. Her wiha polîsan dest danî ser telefona Parlementera HDP'aê ya Amedê Salîha Aydenîz jî.    Îro, esnafekî telefona Aydenîzê anî avahiya HDP'a Amedê. Li gor agahiyên bi dest ketin, kesekî nenas telefon daye esnafekî û jê xwestiye ku bibe avahiya HDP'a Amedê. Telefon bi awayekî perçekirî ji Aydenîzê re hat şandin.