Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê kolan bi kolan didomin 2019-03-09 16:06:31   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP, di çarçoveyê hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, xebatên xwe kolan bi kolan, tax bi tax, navçe bi navçe û bajar bi bajar berdewam dike û bi gel re tên gel hev.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de lez da xebatên xwe.   RIHA     Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Xelfetî, li taxên Cebekoglû, Baldere, Kayalar, Kûrttepe û Topûzoglû yên gundewar geriyan û piştgirî ji gel xwestin.    ELBAK   Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Navçeya Elbak ên Wanê Şengul Polat û Erkan Acar û endamên partiyê yên bi wan re di saetên serê sibê de ketin ser rêyên taxan û bi welatiyan re hatin gel heve. Namzetên taxa Kereçiya ziyaret kirin, rastî eleqeyek mezin a welatiyan hatine. Namzetan di sohbetên bi welatiyan re kirin de, bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin. Namzetan piştî sohbeta bi welatiyan re guvend gerandin.   QELQELΠ   Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Qelqelî Dîlan Orencî û Yakûp Almaç jî, li taxa Noşar bi gel re kom bûn. namzetên rastiyek eleqeyek mezin a welatiyan hatin, pirsgirêkên gel guhdar kirin. Namzet Dîlan Orencî ya rastî eleqeyek mezin a jinan hat, diyar kir ku partiya wan partiya jinane û got: “Emê bi jinan re ber bi serkeftinê ve bimeşin.”