Temellî: Serdegirtina partiya me teşhîra bêhiqûqiyê ye 2019-03-09 14:22:58 XERPÊT - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Bajaroka Sarican a Qereqocanê xîtabî gel kir û êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar kir. Temellî, têkildarî serdegirtina avahiyê wiha got: “Serdegirtina avahiya me teşhîrkirina bêhiqûqiya li Tirkiye ye. Em dê di 31'ê Adarê de bi hevre dawî li vê zilmê bînin."    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di çaroveya xebaten hilbijartinê de li bajaroka Sarican a Qereqocanê ya Xerpêtê bi gel re hat cem hev. Temelli, li bajarokê bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Temellî pişti li gel heyetê derbasî Buroya hilbijartinê bû, li pêş buroyê bi def û zurneyan hat pêşwazikirin. Girseyek mezin li ber def û zurneyan govend gerand û Temellî pêşwazî kir. Temellî li vir axivî û êrîşên li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar kir. Ewil namzetên Hevşaredarên Saricanê Bekir Polat û Canan Tagtekin, derketin ser dikê û gel silav kirin. Temellî jî anî ziman ku Îktîdara AKP'ê bi êrîşa li ser gelê kurd û HDP'ê xwe li ser piyan dihêle û wiha got: "Îktîdara AKP'ê ku tiştek di destê wê de nameya êrîşî gelê kurd û partiyên kurdan dikin. Duh bi ser avahiya partiya me ya Amedê de girtin. Bêyî şerm bikin qala hiqûqê kirin. Mirov derp kirin. Me di dîrokê de gelek zilma îktîdarê dît. Lê heta niha me wekî vê yekê zilm nedît. Em bi îktîdara ku zagon û Makeqanûnê nas nake re rû bi rû mane. Dozger tişteki sûc be divê fermana wê nede. Lê dide. Polîs farmanek ku sûc be divê pêk nîne. Lê pêk tîne. Ev bi hevre sûc dikin. Dibêjin li hundir kesên sucdar hene. Na li derve kesên sucdar hene. Hûn ne endamên AKP'ê ne. Divê hûn guh nedin fermana wan. Lê bila kes meraq neke. Dê rojekê vana hesabê vî sûcî bidin. Dê rojekê heq û hiqûq bê. Edalet dê hesabê vî sûcî bipirse. Li her derê Tirkiye bê hiqûqî heye. Ev êrîş û serdegirtina partiya me belgeya bêhiqûqiyê ye. Ev teşhîra bêhiqûqiya li Tirkiye ye. Lê ew çi bikin bê fêde ye. 31'ê Adarê dê dawî li vê zilm û zordariyê bê. Werin em bi hevre li dijî vê zilm û zordariyê dengê xwe bilind bikin. Em bi hevre li dijî faşîzmê têbokoşînê xurt bikin.      'DI SERDEMA AKP'Ê DE BI HEZARAN JIN HATIN KUŞTIN'    Temellî, êrîşa polîsan a duh li Stenbolê li dijî Meşa Şevê ya Feministan şermezar kir û wiha got: "Ruyê wan ê li hemberî jinan bi şev derket holê. Îro jin li Tirkiye tên wêdekirin. Cînayetên jinan her roj zêde dibin. Di serdema AKP'ê de bi hezaran jin hatin kuştin. Ev hişmendiya mêr û serdes di serdema îktidara AKP'ê de zêde bû. Jinên ku şevê din li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê kom bûn polîsan êrîşî wan kirin."    'LEYLA GUVEN RÛMETA ME YE'    Dema Temellî axivî, axaftina Temellî bê navber bi dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" hat qutkirin. Temelli jî bersîv da û got: "Leyla Guven rûmeta me hemûyan e. Ji ber ku Leyla Guven aştî, edalet û demokrasiyê dixwaze. Em de li dijî bê edaletî û bê hiqûqiyê weki li avahiya HDP'ê ya Amedê serbilind rawestin. Ger ku li welatekî tecrîd hebe hiqûq riziya ye. Ger ku tecrîd hebe li wî welatî edalet tune ye. Tercîda mudlaq di 5'ê Nîsana 2015'an de dest pê kir. Me wê rojê jî got u niha jî dibêjin, bi tecrîdê pirsgirêka kurd çareser nabe. Tecrid li ser her kesî tê meşandin. Em dê di 31'ê Adarê de bi hevre dawî li vê tecrîdê bînin û govenda azadiyê bi hevre bigerînin."