Yigît ê 64 roj in di grevê de ye: Tecrîd bi desteka gel dê bê şikandin 2019-03-09 09:43:11   MÊRDÎN – Halef Yigît ê 64 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye got: “Ji niha şûn ve tecrîd wê bi desteka gel bê şikandin."    Halef Yigît (25) ê li Girtîgeha Tarsûsê ji 5’ê Çile ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Yigît ê ji Mêrdînê ye di sala 2016’an de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Di 17’ê cotmeha 2017’an de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” 9 sal û 6 meh cezayê hepsê li Yigît hat birîn. Yigît zarokê mezin ê malbatê ye û ji 20’ê çileya 2018’an ve li Girtîgeha Tarsûsê tê ragirtin.    Hefteya bihûrî xwişka wî Zeynep Yigît çû hevdîtina birayê xwe û peyama birayê wê pê re şand vegot.    ‘BI MORAL Û BIRYARIN’   Yigît anî ziman ku birayê wê di greva birçîbûnê de 7 kîlo daye û nexweşînên wî dest pê kirine. Yigît diyar kir ku girtiyên din jî yên li gel birayê wê ku di greva birçîbûnê de ne gelek zeîf bûne û nexweşînên wan dest pê kirine û got: “Tevî van hemûyan jî moralê wan li cih e û xwedî biryar in.”    Yigît got ji hefteyê carek kontrola tenduristiya girtiyên di grevê de ne tê kirin.     'DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE’    Yigît da zanîn ku ew wek malbatê li pey daxwaza girtiyan in û got: “Em xwedî li wan derkevin û bi tenê nehêlin. Em çiqas xwedî li wan derkevin wê ewqas zûttirîn tecrîd bê şikandin. Bêyî mirin pêk bê divê her kes deng bide dengê wan.”    Yigît da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê li dijî mafên mirovan e û bêhiqûqiye û got: “Birayê min û girtiyên dixwazin hiqûq bê cih. Daxwaza wan daxwaza me ye.”    ‘SERKEFTIN YA ME YE’    Yigît da zanîn ku birayê wê jê re gotiye “Bexwedan jiyan e” û wiha got: “Peyama birayê min da wiha ye ‘Hêdî hêdî pirsgirêkên me yên tenduristiyê dest pê kirin. Nexweşîna dil û bêxewî dest pê kirin. Lê em van nexweşînan nafikirin. Armanca me girîng e. Heta serkeftinê em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Serkeftin ya me ye. Ji vê saetê şûn ve pêdivî bi desteka gel heye. Bila gel xwedî li girtiyan derkeve. Tişta pêwîst me kir û em dikin. Tecrîd dê ji niha şûn ve bi desteka gel bê şikandin.”