Parlementerê TÎP’ê Atay: Li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin 2019-03-09 09:42:52   AMED – Parlementerê TÎP’ê yê Hatayê Bariş Atay, diyar kir ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de daxwazên meşrûne û got: “Ji derveyî girtîgehan jî, li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêve birin. Ji ber vê grevên birçîbûnê rewane.”   Parlementerê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Bariş Atay ê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 122 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, li mala wê ziyaret kir, derbarê tecrîda li ser Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê de axivî.    'DAXWAZÊN MEŞRÛ NE'   Atay, diyar kir ku tecrîd binpêkirina mafê mirovane û wiha got: “Daxwazên ji bo rakirina tecrîdê meşrû ne. Li Tirkiyeyê, li ser girtiyên siyasî polîtîkayên cîdî yên tecrîdê hene. Ji derveyî girtîgehan jî, li ser gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên birêve birin. Ji ber vê grevên birçîbûnê rewane. Ji ber vê hevalên ketina greva birçîbûnê de daxwazên wan meşrû ne. Hikumet di ferqa bandora  grevên birçîbûnê deye, lê ji nedîtive tê. Hikumet ji bo ku li ser vê çalakiyê bigire, rojên sûnî ava dike. Ev jî nîşaneya, hikumeta di rewşek pir zor deye. Polîs her tim bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê de digirin. Lê dîsan jî nikarin vê çalakiyê bişkînin. Çalakiya greva birçîbûnê ya rêheval Leyla Guven dayî destpêkirin û kesek nikare bişkîne, divê em hîn zedetir dîtbar bikin.”    'EMÊ DEWAM BIKIN'   Atay, da zanîn ku ewê hewldanên xwe yên belavkirina grevên birçîbûnê berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku em dengê çalakgeran bidin bihîstin, emê xebarên xwe berdewam bikin. Bi taybetî, ji vir û şûnde em ê hewl bidin dengê daxwazên rêhevalên xwe yên HDP’î bidin bihîstin. Weke wekîlên TÎP’ê û rêhevalên wan çi pêwîste be emê bikin.”   MA / Mehmet Şah Oruç- Ozgur Paksoy