Çalakiya xwe ya greva birçîbûnê kir helbest 2019-03-09 09:22:46 MÊRDÎN – Mazlum Feyzî Fîdan ê li Girtîgeha Mêrdînê girtî ne çalakiya xwe bi helbesta xwe ya “Mizgîna Serkeftinê” pênase dike û got: “Bedela wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.” Mazlum Feyzî Fîdan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku ji 1’3e sibatê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya li hemû girtîgehan helbestek nivîsand. Fîdan navê “Mizgîna Serkeftinê” li hebesta xwe kir. Her wiha Fîdan di helbestê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 122 roj in di greva birçîbûnê de ye dişibîne Leyla Qasim.    Fîdan li gel helbesta xwe peyamek kurt jî şand û got: “Bedela wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê bi ser kevin. Em ji Zîndana Mêrdînê silavên xwe ji pêşenga mezin a vê berxwedana me heval Leyla Guven re dişînin.”    Helbesta Fîdan nivîsandiye wiha ye:    "Rexnadarîya te da bû berdevka dilê me Li hember gotinên te hevok tev man bê wate Em jî wek te birîndar per û bask şikestî ne Lokman Hekîm naxwazin dermanê me roja me Lokman Hekîm em naxwazin dermanê me Serokê me   Gel îro tev bû xelek li dor eşq û vîna te Wek tewafa Mekkeyê pîroz berxwedana te Roh li heyata însan ne av û ne jî nan e Hilmek bi rûmet hebe jîyan ev dem jîyan e   Mizgîna Serkeftinê em rê hevalê te ne Ala berxwedana te yê biparêze li pey te ne Bizanibe îro sibê li ser birca Amedê Ew ê govendê bigre li ber bayê azadiyê   Arîn û Barîna min tu Vîyan Peymana min Avesta Xabûra min tu xeta Zîlana min Gula li bexçê azadîyê tu Leyla Qasima min Gula li bexçê azadîyê tu Leyla Guvena min Ji bîr nabe ji bîr nabe Tu ji bîr nabe tu carî   Arîn û Barîna min tu Vîyan Peymana min Avesta Xabûra min tu xeta Zîlana min Gula li bexçê azadiyê tu Leyla Qasima min Gula li bexçê azadîyê tu Leyla Guvena min Ji bîr nabe ji bîr nabe Tu ji bîr nabe tu carî"