‘Bi bêdengiyê kes nikare wijdanê xwe bêdeng bike' 2019-03-09 09:19:11 AMED – Malbata Hatîce Kaymak ku 64 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Grevên birçîbûnê, berteka li dijî neheqiyê ne. Em dixwazin ev neheqî bi dawî bibe."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin, di roja 122'yan de didome. Her wiha di 1'ê Adarê de çalakiya grev abirçîbûnê li tevahiya girtîgehan berbelav bû."    Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Hatîce Kaymak e. Kaymak 64 roj in li Girtîgeha Jina ya Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye. Kaymak di sala 2017'an de li Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 9 sal ceza lê hatiye birîn.    Remziye Kaymak, di 15'ê Sibatê de hevdîtin bi xwişka xwe Hatîce Kaymak re pêk anî û diyar kir ku wexta girtî diçin revîrê, bi çewisandinên derûnî yên bijîlan re rû bi rû dimînin.    ‘EM DIXWAZIN GAVEK BÊ AVÊTIN'    Kaymak, bal kişand ser bêdengiya dewletê. Kaymak, destnîşan kir ku heta gavek neyê avêtin çareserî ne pêkan e û got: "Eger piştî mirin çêbibin û gavek bê avêtin, bêfêde ye. Li Amedê hema bêje serê malbatê kesek girtiye. Ji bo çi ev qas mirovên me digirin. Tu mafî nadin me. Li girtîgehan mirov ji bo vî heqî dikevin greva birçîbûnê. Ma ev tiştekî asayî ye? Bifikirin, tirsek wisa afirandine ku carinan em dibêjin qey serdema 80'yî ye. Wê çaxê jî grevên birçîbûnê çêbibûn û 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Wê çaxê gavek hat avêtin lê niha hikûmet xwe li ker û laliyê daniye. Ev ne çareserî ye, divê demildest gavek bê avêtin."    Kaymak, anî ziman ku dewlet tim bi tundî nêzî kurdan dibe û got: "Tenê ne ev dîtina wan jî ji bo tepisandinê ye. Mirov ji bo tişta pê bawer in dikevin greva birçîbûnê. Wexta em ji bo hevdîtinê diçin girtîgehê, nêzîkatiya gardiyanan nêzîkatiyeke kêmxistinî ye. Her wiha herî zêde ji mirovên Amedê dilşikestî me. Ji ber bêdengiya wan. Çima em ev qasî ditirsin. Jixwe civaka me têra xwe can dane. Bertekdayîna piştî mirinan bêwate ye. Kes nikare bi bêdengiyê wijdanê xwe bêdeng bike."    ‘BILA DAXWAZA WAN BÊ QEBÛLKIRIN'    Kaymak, bang li saziyên civaka sivîl kir û got: "Tenêtî tenê dê me tune bike. Daxwaza me ew e ku rayedar tev bigerin û daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bê qebûlkirin."    'BERTEKA LI DIJÎ NEHEQIYÊ'    Bav Sabrî Kaymak jî, anî ziman ku herî dawî ew di 26'ê Sibatê de çûye girtîgehê . Kaymak, bilêv kir ku rewşa keça wî nebaş bûye û du hevalên wê ew anîne cihê hevdîtinê. Bav Kaymak, destnîşan kir ku berî cenaze ji girtîgehan derkevin divê dewlet gavekê bavêje û got: "Divê Wezareta Dadê berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Ji roja ku keça min ketiye greva birçîbûnê hema bêje li mala me jîn heye, em hemû biendîşe ne. Grevên birçîbûnê, berteka li dijî neheqiyê ne. Em dixwazin ev neheqî bi dawî bibe."    MA / Esra Solîn Dal