ROJEVA 9'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-09 09:00:12 * Derhênerên jin anîn ziman ku wekî her qadê, jin di qada sînemayê de jî bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin û gotin, di sektora sînemayê de feraseteke ku keda jinê bin pê dike heye.  * Serokê Giştî yê Çandiyarên Tirkiyeyê (TZD) Huseyîn Demîrtaş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê êdî çandinî hatiye binpêkirin û piraniya berên heyî îthal in.    *  Malbata Hatîce Kaymak ku 64 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Grevên birçîbûnê, berteka li dijî neheqiyê ne. Em dixwazin ev neheqî bi dawî bibe."    * Nivîskar Emîn Gurban ku di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê de ye, der barê grevên birçîbûnê de bi Tûran Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye axivî. Gunana got: "Berxwedana me, ji bo rûxandina vê îktîdara zalim, pêngava destpêkê ye û çirûska rojên azad e. Werin em bi hev re vê berxwedanê geş bikin."    * Li Erdîşê, bi îdiaya "terorîst di hundir de hene" polîsan malek gulebaran kiribû û di malê de Hediye Ataman jiyana xwe ji dest dabû. Di lêpirsîna hat destpêkirin de dozzgeriyê biryara neşopandinê dabû. Parêzeran li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Erdîşê îtiraz li biryara dozgeriyê kiribû, lê belê dadgehê îtira red kir.    * Dîrokzan Erdogan Aydin, ji bo gotinên Serokomar Erdogan ku gotin "biçin ji vir" bilêv kir ku wan ev gotin di serdemên şerê sar de bihîstiye û got: "Ev gotin tenê ne ji bo kurddan, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê tehdîdek e."    *Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, ji ber dermanê epîlepsiyê nadin, her diçe rewşa Selamî Keleç xirabtir dibe. Malbata Keleş, xwest dermanê Selamî Keleş bên dayîn.    * Mazlum Feyzî Fîdan ê li Girtîgeha Mêrdînê girtî ne çalakiya xwe bi helbesta xwe ya “Mizgîna Serkeftinê” pênase dike û got: “Bedela wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   * Bi tevlîbûna Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik, dê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê buroya hilbijartinê bê vekirin.    * Rêxistina HDP'ê ya  Amedê, dê derbarê binçavkirin û mudaxilekirina çalakiya greva birçîbûnê de, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê, bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên heftane berdewam bike. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya ji bo kujer bên darizandin û windabên dîtin di hefteya 728'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Enqerê, dê derbarê binçavkirina endam û rêveberiyên yên li Enqerê de, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê pêk bîne. ( 13:00)   * Namzetên HDP'ê yên Hevşaredarên Mûşê  Sirri Sakik û Sîbel Genç dê projeyên xwe vebêjin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca girtiyên nexweş bên berdan dê di hefteya 363'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” berdewam bike. (13.30)   * Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên winda û girtiyên nexweş dê di hefteya 472’an de carek din li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konak a Îzmirê duxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, dê li Zeytînbûrnû û GOP'ê bi gel re bên gel hev. (14.00/17.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Îdirê, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Konak şahiyekê li dar bixe. (18.00)   * Meclîsên Jinan ên HDP'ê yên Manîsa  û Aydinê, dê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çalakiyan li darbixin. (14.00)   * HDP, dê li Edene û Mêrsînê xebatên hilbijartinê bi  rêve bibe. (12.00-19.00)