Salek û nîv ceza li rojnameger Kobulan hat birî 2019-03-08 16:36:20 STENBOL – Ji ber parvekirinên medya civakî salek, 6 meh û 22 roj cezayê hepsê li nûçegihanê me Yasîn Kobûl hat birîn.  Li nûçegihanê me Yasîn Kobulan bi boneya di medya civakî de bi îdaya “Li pey hev propaganda rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna biryara dozê li 30’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Kobulan beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wî Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz di danişînê de amade bûn. gelek hiqûqnasên biyanî û Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê doz şopandin.    Dozger mutalaya xwe ya doza beriya niha dubare kir û xwest Kobulan bê cezakirin. Parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz parastina miwekîlê xwe kirin û xwest bê beratkirin.    Heyeta dageê biryara xwe eşkere kir û ji heman sûcî  salek, 6 meh û 22 roj cezayê hepsê li Kobulan birî. Dadgehê eşkerekirina hukmê paş de da.