Ecarer: DAIŞ bi destê îktîdardê mezin bû 2017-11-08 09:38:30 STENBOL - Rojnameger Erk Acarer ku di pirtûka xwe ya bi navê “IŞİD ve Türkiye Katili Tanıyoruz" de bale kişand ser rêxistinbûyîna DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê wiha got: “Beriya her tiştî DAIŞ li Tirkiyeyê bi deste îktîdarê hatiye ajdan û mezinkirin.”  Nivîskarê Rojnameya BîrGunê Rojnamger Erk Acarer, hemû belge û agahiyên der barê rêxistinbûyîna DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê berhev kirin û di pirtûka xwe ya bi navê "IŞİD ve Türkiye Katili Tanıyoruz" (DAIŞ û Tirkiye Em Kujer Nas Dikin) li ser wan hûr bû. Pirtûka Acarer ji aliyê Weşanxaneya Ayrintiyê ve hat çapkirin. Di pirtûkê de li ser rêxistinbûyîna DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê hatiye sekinandin.     Acarer, diyar kir ku du hêlên têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê hene û wiha got: “DAIŞ, taşeronê ‘xewna Sûriyeyê’ bû. ‘Zarokên hêrsdar’ wekîlên derî sînor bûn. Li nav Tirkiyeyê jî bi mîsyoneke cuda tev geriyan an jî hatin tevgerandin. Piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ku AKP û Erdogan têk çûn, bi destê îktîdara AKP’ê pêvajoyeke xwîniyî dest pê kir. Di vê pêvajoyê de serlîstikvan DAIŞ bû. Li vir hewcetî bi du pirsan heye. Çawa çê bû ku komkujiyên li Amed, Enqere, Pirsûsê ku DAIŞ’ê bi awayekî aşkere dikir qîrîn û dihat nehatin astengkirin û ev komkujî di hilbijartinê de bi kêrî kê hatin?”   'DAIŞ NEHAT TIRKIYEYÊ, LI TIRKIYEYÊ HAT AVAKIRIN’    Acarer, ddest nîşan kir ku DAIŞ neketiye Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê hatiye avakirin û wiha got: “Fealiyetên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê hatin kopîkirin û bi Tirkiyeyê ve hatin zeliqandin. Beriya teqîna li Pirsûsê li Kaniya Xezalan, li Bêrecûkê ji esnafên malzemeyên çandiniyê difiroşin gelek amonyum nîtrat hatiye standin. Ev yek hatibû tespîtkirin û beriya wê me gelek caran hişyar kiribû. Mixabin me di îdianameyên komkujiyên Enqere û Pirsûsê de dît ku ev tespîta me rast derketiye. Li Rihayê rojnamegerên ku ji walî pirsî bûn ‘Li bajarê we DAIŞ hene?’ hatibûn binçavkirin.”   Acarer, dest nîşan kir ku DAIŞ’ê li Tirkiyeyê hem binkeyek ava kiriye hem jî xwe veava kiriye. Ecarer, diyar kir ku di heman de mê de ji bo DAIŞ’ê di wesfa pirekê de ye. Ecarer, got ku di ser Tirkiyeyê re tenê ne mirov, lojîstîk jî ji bo DAIŞ’ê hatiye peydakirin. Ecarer balê kişand ser çekên ku ji bo DAIŞ’ê çûn û wiha got: “Li her derê cîhanê ev yek dibe sedema xistina hikûmetan û darizandina kesên siyasî. Lê belê li cem me kesên ‘sir’ deşifre kirin hatin cezakirin, ceza werdigirin. Li Tirkiyeyê gelek komkujî hatin kirin, lê belê her tim ji bo kesên komkujî pêk anîn xwe li nedîtiyê danîn. Gelek mînakên şênber hene. Beriya her tiştî DAIŞ li Tirkiyeyê bi deste îktîdarê hatiye ajdan û mezinkirin.”    Acarer, operasyonên ku li Tirkiyeyê li hemberî DAIŞ’ê pêk tên jî nirxandin. Acarer diyar kir k udu sedemên van oeprasyonan hene yek jê êdî têkiliya di navbera DAIŞ û hikûmetê de ne wek berê ye û ya duyemîn jî dixwaze ji Tirkiye û cîhanê bibêje “Lê biner me û DAIŞ’ê hevkarî nekiriye.” Ecarer, diyar kir kul ê belê ev yek ne samîmî ye.