Li Amedê parlamenter jî di nav de koma duyemîn dest bi grevê kirin 2019-03-08 12:57:46   AMED - Li Amedê Parlamenterên HDP'ê Tayip Temel Murat Sarisaç jî di navde koma duyemîn li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Temel, diyar kir ku tecrîde bi Ocalan dest pê kiriye û berxwedana wan dê bi ser bikeve.    Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 121'an de berdewam dike. Li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê koma duyemîn li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî koma yekem ku Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Sevîcan Yaşar, Salih Cansever, Îsmet Yildiz, Salih Tekîn û Bîlal Ozgezer di 3’yê adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, îro Parlamenterên HDP'ê Tayip Temel Murat Sarisaç û welatî A. Halîk Kurt û Yûsûf Ataş komeke din bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Temel, beriya dest bi çalakiyê pike diyar kir ku tecridê bi Rêberê PKK'ê Ocalan dest pê kiriye û wiha got: "Tecrîdê bi Serok Ocalan re dest pê kir. Tecrîda li Îmraliyê bû destpêka hemû sepanên tarî yên li Tirkiyeyê. Em ê bi berxwedana xwe dawî li tecrîdê û faşîzmê bînin.”   Beriya destpêkirina çalakiyê, parlamenter Temel û koma pê re xwest ku li ber avahiya HDP’ê daxuyaniyê bidin. Ji ber vê yekê jî di navbera koma çalakiyê û polîsan de nîqaş derket. Li ser vê yekê, koma çalakiyê li ber deriyê avahiya partiyê xwest daxuyaniyê bide. Polîsên ku mertalên xwe bilind kirin, nehiştin ku rojnameger daxuyaniyê bişopînin.   ‘TECRÎDÊ BI OCALAN DEST PÊ KIR'   Li ser vê yekê koma çalakvan derbasî Salona Konferansê ya Vedat Aydin bû û li wir daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê Tayîp Temel daxuyanî xwend. Temel ku yek ji çalakvanên grevên birçîbûnê yên di 12’ê îlona sala 2012’an de bû û 68 rojan grevê de mabû, diyar kir ku tevî hemû zext û zordariya faşîzmê jî, hem li girtîgehan û hem jî li Ewropayê 121 rojin berxwedaneke dîrokî tê meşandin û wiha got: “Em weke partî, bi awayeke xurt tev li vê berxwedanê nebûn. Bi vekirî dibêjim, ev cuntaye dişibe faşîzma Kenan Evren. Di demekî ku li ser gelên Tirkiyeyê dîrokekî tarî heye, bi pêşengiya Kemal û Xeyriyan li Zindana Amedê berxwedanek pêş ket. Bloka faşîst careke din li hemberî gelê kurd û muxalefeta Tirkiyeyê di nava sepanên tarî de ye. Dixwazin ku civakê teslîmî tarîtiyê bikin û destkeftiyên gelê kurd tune bikin. Tecrîd bi Serok Ocalan re dest pê kir. Tecrîda li Îmraliyê bû destpêka hemû sepanên tarî yên li Tirkiyeyê.”   Temel, destnîşan kir ku niha bi hezaran kes tev li berxwedana bi pêşeniya Leyla Guven hatiye destpêkirin bûne û wiha bi dawî kir: “Armanca vê berxwedanê,  bidawîkirina vê tarîtiyê ye. Bi şikandina tecrîdê re em ê faşîzmê têk bibin. Îro tevî hevalên xwe em ê tev li berxwedana ku em lê dereng mane, bibin û bidomînin. Rewşa gelek hevalên me di astekî krîtîtk de ye. Ev çalakî peyamek e. Berxwedana Kemal û Xeyriyan a di sala 1982’yan de çi be, berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û girtiyan jî ew berxwedan e. Divê her kes berpirsyariya xwe pêk bîne. Ji îro û şûnde em bang li hemû derdoran dikin ku li qadan, kolanan û li her deverekê vê berxwedanê mezin bikin. Berxwedan bi vî awayî mezin dibe, tecrîd bi vî awayî tê şikandin û wiha pêşî li mirina dikare bê girtin. Berxwedan dê biserkeve. Bijî berxwedana Leylayê û bijî berxwedana zindanan. Bijî berxwedan.”   Piştî daxuyaniyê jî parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û A. Halîk Kurt û Yûsûf Ataş dest bi greva birçîbûnê kirin.