Jinên Wanê bi dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ diherikin qadê 2019-03-08 12:22:12   WAN – Jinên Wanê bi meşê diherikin qada mitînga 8’ê Adarê ya li Parka Musa Anter û dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” berz dikin.    Meclîsa Jinan a HDP’ê li Wanê Mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar dixe. Mitîng li ber Parka Aştiyê ya Musa Anter pêk tê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê di mitîngê de biaxive. Jinên Wanê ber bi qada mitîngê ve dest bi meşê kirin.    Jin ji Navenda Wanê û navçeyên hatin mitîngê û li qada mitîngê kom dibin. Jinên bi meşê tên qadê bênavber dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zîndanan” berz dikin. Jinan bi dirûşm, reng û têliliyên xwe qadê tije kir.    Jin li ber muzîkê govend digerînin û li benda hatina Pervîn Buldan in.